Li girtîgeheke li Fransayê serî hat hildan

Li girtîgeheke gelekî ewle ya li Fransayê, serî hat hildan. Hat gotin, ji ber vê raperînê li qatekî avahiyê şewat derketiye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Edaletê, li Girtîgeha Vîvonne ya li nêzî bajarê Poîtîersê, ji bo demeke kurt girtiyan serî hildan e.

Wezîrê Edaletê Emmanûel Gîraûd diyar kir, duh êvarê saet di 17:00 de du mehkûman gardiyanek berdest kirine û deriyên 60 odeyên mehkûmên din lê bûn, vekirine. Wezîr anî ziman, li vê girtîgehan ji sê qatan ku 178 girtî û hikumxwar lê tên ragirtin, qatek ketiye destê mehkûman û piştre li vî qatê lê bûn şewat derxistine.

Li gorî agahiyan, piştî vê serî rakirinê, jenderme û ekîbên arkujiyê ketin nava girtîgehê û raperîn saet di 22:15'an de tepisandine.

Li gorî wezaretê, di dema raperînê de tiştek bi gardiyanan nehatiye û 'ti girtiyekî rakirine nexweşxaneyê jî nîne'.

Rayedarên girtîgehê ragihandin, raperîn piştî ku 60 mehkûman di dema derketina hewşê de nexwestin vegerin hucreyên xwe, derketiye.

Girtîgeha Vîvonne ya di sala 2009'an de hat çêkirin, weke girtîgehe 'ûltra modern' tê binavkirin.