YE di nava salekê de bi tenê 4.700 penaber qebûl kir

Yekîtiya Ewropayê (YE) soz da bû ku 160 hezar penaberan ji Îtalya û Yewnanîstanê werbigire û li welatên endam belav bikin. Lê belê bi tenê 4 hezar 700 penaber ji aliyê welatên endam ve hatin qebûlkirin.

Li gorî plana ku bi pêşniyara Komîsyona Yekîtiya Ewropayê par hat qebûlkirin, heta Îlona 2017'an divê 160 hezar penaberên ji Sûriye, Iraq û Erîtreyê, ji aliyê welatêne endam ve bên qebûlkirin. Lê belê heta niha bi tenê ji sedî 3 ê vê planê bi cih hatiye anîn.

Li gorî bîlançoya dawî ya ji aliyê Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean-Calûde Jûncker ve hat eşkerekirin, heta niha hezar 64 penaber ji Îtalyayê, 3 hezar 677 jî ji Yewnanîstanê hatine wergirtin û ev 4 hezar 741 penaber li nava welatên endam hatine belavkirin. Jûncker da zanîn, kapasîteya nû ku welatên endam ji komîsyonê re ragihandiye, bi tenê 13 hezar 500 e.

Welatên herî zêde penaber ji Îtalya û Yewnanîstanê girtine; Fransayê hezar 662, Holanda 617, Fînlandiya 599 û Portekîz jî 478 penaberên ji Sûriye, Iraq û Erîtreyê girtine. Elmanyayê jî soz da bû ku 27 hezar penaberî werbigire, lê heta roja îro bi tenê 215 penaber qebûl kiriye.

Di çarçoveya Peymana Vegerandina Penaberan de ku tevî dijberiya li Yekîtiya Ewropayê jî bi hikûmeta AKP'ê re hat îmzekirin, ji 60 hezar penaberên li Yewnanîstanê bi tenê 502 li Tirkiyeyê hatine vegerandin. Hejmara penaberên ji Tirkiyeyê berê xwe dan welatên Yekîtiya Ewropayê hezar 583 ye.