Kerry: Agirbest ji bo parastina yekîtiya Sûriyeyê şensê dawî ye
Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry li ser agirbesta duh êvarê li Sûriyeyê ket meriyetê axivî û got, "Agirbest ji bo rizgarkirina Sûriyeyê şensê dawî ye."
Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry li ser agirbesta duh êvarê li Sûriyeyê ket meriyetê axivî û got, "Agirbest ji bo rizgarkirina Sûriyeyê şensê dawî ye."
Kerry da zanîn, şerê li vî welatî ancax bi çareseriyeke siyasî dikare biqede û îdîa kir ku 'hê zû ye' li ser encamên gengaz ên agirbesta duh ket meriyetê bê axaftin. Wezîrê Karên Derve yê DYA bang li hemû aliyên li Sûriyeyê şer dikin kir, ku 'çareseriyeke siyasî biparêzin' û destnîşan kir, ku ev yek ji bo 'parastina yekîtiya Sûriyeyê' şensê dawî ye.
Kerry diyar kir, kengî aliyan 'dijminatiya li hev' terikandin, wê agirbest mayînde bibe û ji rejîma Sûriyeyê jî xwest ku êrîşî kesên weke 'mûxalîf' tên pênasekirin, neke.
Kerry anî ziman, ku Rûsya, Îran, Tirkiye û welatên Kendavê jî di nav de civaka navneteweyî prensîbên li ser derbasbûna siyasî qebûl kirine û ragihand, armanca wan a esasî ew e, aliyan careke din li Cenevreyê li dora maseyê bicivîne.
Piştî hevdîtinên dûrûdirêj ên navbera DYA û Rûsyayê, hefteya derbasbûyî li ser agirbestê li hev hatibû kirin. Agirbest duh saet di 18:45'an de ket meriyetê û çeteyên DAIŞ û El Nûsra li derveyî vê agirbestê ne.
Herî dawî ji Rûsyayê daxuyaniyek hatibû û hatibû xwestin, ku çeteyên pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê, dawî li hewldanên xwe yên li dijî YPG û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bînin. Korgeneral Sergey Rûdskoy da xuyakirin, ku divê komên ji Tirkiyeyê destekê digriin, li Helebê bes li dijî hêzên Kurd şer bikin. Rûdskoy got, "Di çarçoveya lihevkirina Rûsya-DYA de, ku ji bo qedandina şerê li gelemperiya Sûriyeyê li hev kirine, em di wê baweriyê de ne ku divê Artêşa Sûriyeya Azad dawî li operasyonên xwe yên êrîşê yên li dijî hêzên Kurd ên li bakurê Helebê bînin."