Dîe Lînke dixwaze di sala 2017'an de bibe hevparê desthilatdariyê
Partiya Çep (Dîe Lînke) ku li Meclîsa Federal a Elmanyayê sêyemîn partiya herî mezin e, tê gotin ku stratejiya xwe ya hilbijartinên 2017'an li ser 'koalîsyona çep' amade dike.
Partiya Çep (Dîe Lînke) ku li Meclîsa Federal a Elmanyayê sêyemîn partiya herî mezin e, tê gotin ku stratejiya xwe ya hilbijartinên 2017'an li ser 'koalîsyona çep' amade dike.
Di nûçeya malpera Der Spîegelê de, ku mezintirîn kovara li Elmanyayê ye, hin detayên 'belgeya stratejiyê' ya Dîe Lînke ku ji aliyê rêveberê partiyê yê ji hilbijartinên 2017'an berpisryar Matthîas Hohn ve hatiye amadekirin, hat weşandin. Di nûçeyê de hat ragihandin, ku divê Dîe Lînke ji aliyê stratejîk ve koalîsyona 'sor+sor+kes' a ji Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Keskan bike armanca xwe.
Di vê belgeyê de hat gotin, senaryoyên cihgirtina Dîe Lînke li nava hikûmeta federal, heta roja îro di nava bijarteyên rasteqîn de cih negirtiye. Li gorî belgeyê, 'ev alternatÎfa polîtîk dikare di hilbijartinên 2017'an de mobîlîze bike' û ji bo polîtîkayên çep bikeve meriyetê, guhertina hikûmetê şert e.
ANKET NÎŞAN DIDE, KU KOALÎSYONA ÇEP VÊ GAVÊ ZEHMET E
Ji bo koalîsyona 'sor+sor+kes' a ji Dîe Lînke, SPD û Keskan bikeve meriyetê, hejmara têrker a kursiyan di hilbijartinên 2005 û 2015'an de bi dest ketibû. Lê belê SPD'ê piştî her du hilbijartinan xwestibû bi Partiya Yekîtiya Xiristiyanên Demokrat (CDU) a bi serokatiya Angela Merkel û partiya birayê wê CSU re koalîsyonê bike.
Li gorî anketên dawî, rêjeya dengên Dîe Lînke, SPD û Keskan li dora ji sedî 40-43 ye. Rêjeya dengên partiyên CDU-CSU ji sedî 33-35 û pêkane Partiya Demokratên Azad (FDP) jî bi rêjeya ji sedî 5'an bendê derbas bike û bikeve Meclîsê. Lê belê CDU-CSU ji bo karibe koalîsyona 'reş+zer' bi FDP re bike, hejmara têrker a kursiyan bi dest naxe.
Ya ku hesabên koalîsyonê yên partiyan xera dike jî Partiya Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD9 ye, ku bi gotinên xwe yên nîjadperest derdikeve pêş. Ev partî jî wê li dora ji sedî 10 heta 15'an dengan bistîne.