Di bûyerên li Fransayê de bi dehan çalakger hatin binçavkirin

Di xwepêşandanên duh ên li Fransayê de, ku sed hezaran karker tevlî bûn, şer derket. Di bûyeran de gelek kes birîndar bûn û 32 xwepêşandêr hatin binçavkirin.

Qanûna Kar a Fransayê, ku tevî xwepêşandanên girseyî jî ji aliyê Partiya Sosyalîst ve hat derxistin û Meclîs û Senatoyê erê kir, duh jî hat şermezarkirin. Bi sed hezaran kes li dijî vê reformê duh herikîn kolanan. Xwepêşandan li 110 bajaran pêk hatin û di navbera polîs û xwepêşandêran de li gelek cihan şer derket.

Li gorî bîlançoya ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hat eşkerekirin, di bûyeran de 15 polîs û leşker, tevî gelek xwepêşandêran birîndar bûn. Hat ragihandin, yek polîs û du wezîfedarên ewlekariyê ji ber molotof kokteylê şewat li bedena wî çêbû. Hat gotin, bi tenê li Parîsê di çalakiyê de 16 kes birîndar bûn.

Di çalakiyên li gelemperiya welêt de 32 xwepêşandêr hatin binçavkirin.

Li gorî wezaretê, 13 hezar li Parîsê bi giştî 78 hezar kes tevlî xwepêşandanên duh bûn. Li gorî sendîkaya CGT 40 hezar li Parîsê bi giştî 170 hezar kes daketin kolanan.