Çînê di projeya stasyona fezayê de gaveke din avêt

Komara Gel a Çînê lez da xebatên xwe yên ji bo avakirina stasyonekê li fezayê. Tê payîn ku Çîn di nava 10 salên pêş de bibe yekane welatê li fezayê stasyoneke xwe ya timî heye.

Ji bo dest bi karê çêkirina stasyona fezayê bike, laboratûwara duyemîn a fezayê ya Çînê ya bi navê 'Tîangong 2' ji fezayê re hat şandin. Piştî Tîangong 2, wê di sala 2017'an de keştiya fezayê Tîanzhoû 1 jî were şandin û ev keştiya fezayî wê materyalên pêwîst bi xwe re bibe fezayê.

Komara Gel a Çînê dixwaze, stasyona xwe ya li fezayê di sala 2022'an de biqedîne. Ev yek wê bibe hevrikek ji projeya Stasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS) re, ku welatên rojavayî jî di nav de ne. Tê payîn, projeya ISS di sala 2024'an de biqede. Bi vî awayî Çîn wê bibe yekane welatê ku li fezayê stasyona xwe ya timî heye.