Clînton bi nexweşiya zatûreyê ketiye

Namzeta demokratan a ji bo serokatiya DYA Hîllary Clînton bi nexweşiya zatûreyê ketiye.

Komarparêzeran gelek caran rewşa tenduristiyê ya Clîton xistin rojevê. Namzeta demokratan Clînton di merasîma bîranîna qurbaniyên êrîşa 11'ê Îlonê de nexweş ket. Doktoran teşxîsa zatûreyê kirin.

Dr. Lîsa Bardack mudaxleya destpêkê li Clînton kir û anî ziman, ku piştî teşxîsa zatûreyê wan antîbiyotîk dane Clînton, lê di merasîmên 11'ê Îlonê de gelek bedena Clînton gelekî tî bûye.

Di daxuyaniya doktoran de hat gotin, "Ji ber alerjiyê, Clînton dikuxiya. Ji ber vê kuxikê demeke dirêj dewam kir, lêkolîn li ser hat kirin. Di encamê de teşxîsa zatûreyê hat danîn. Tedawiya bi antîbiyotîkê destpê kir. Me pêşniyar lê kir ku bernameya xwe ji nû ve plan bike û bêhnê vede."

Nayê zanîn bê Clînton bernameya xwe ya hilbijartinê bidomîne yan biguherîne.