Namzetiya Clînton bû mijara nîqaşê

Namzeta Partiya Demokrat a ji bo hilbijartinên serokatiya DYA Hîllary Clînton, ku di merasîma bîranîna qurbaniyên 11'ê Îlonê de nexweş ket û teşxîsa zatûreyê lê hat danîn, namzetiya wê bû mijara nîqaşê.

Hilbijartinên Serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di 8'ê Mijdarê de ne. Namzeta Partiya Demokrat Wezîra Karên Derve ya berê Hîllary Clînton eger xwe ji namzetiyê venekişîne, wê li pêşberî namzetê Komarparêzan Donald Trûmp gelekî zehmetiyan bikişîne. Tevî ku yek ji berdevkên Clînton Brîan Fallon da xuyakirin, ku namzeta Demokratan wê di nava hefteyê de li kampanya hilbijartinê vegere jî, tê zanîn ku nexweşiya wê şensê Clînton ê hilbijartinê kêm dike.

Di heman demê de, rêjeya hilbijêrên Clînton û Trûmp diecibînin, kêmî ji sedî 45 e. Eger yek ji van her du namzetan werin hilbijartin wê bibin seroka/ê herî extiyar ê DYA.

Piştî ku nexweşiya Clînton hat eşkerekirin, derhêner Mîchael Moore yê destek dida Bernî Sanders, nerazîbûn nîşanî rewşê da. Moore rexne kir, ku nexweşiya Clînton bi rojan hat veşartin û diyar kir, ku ji bo hilbijartinê winda nekin, divê Clînton xwe ji namzetiyê vekişîne. Tê zanîn Moore dixwaze Sanders namzet be, ku berê destek dabû wî.

Mijareke din a ku Hîllary Clînton tengav kir jî, eşkere bûna nivîsên wê yên fermî bû, ku di dema wezaretiya xwe de ev nivîsên fermî di adresa xwe ya emailê ya taybet de kiribû. Ji damezrînerên Wîkîleaksê Jûlîan Assange hefteya derbasbûyî da xuyakirin, ku ew ê têkildarî Clînton belgeyên nû eşkere bike. Ji ber vê daxuyaniyê jî rewş tengezar e.

EGER XWE VEKIŞÎNE, WÊ PARTÎ NAMZETÊ NÛ DIYAR BIKE

Eger Clînton xwe ji namzetiyê vekişîne, ji bo kombûna saziya bi navê Komîteya Neteweyî ya Demokratîk (DNC) divê rêveberiya Partiya Demokrat bangê bike. Û ev komîteya ji zêdeyî 300 kesî pêk tê, wê neçar bimîne namzetekî nû diyar bike.

Lê DNC nikare zextê li Hîllary Clînton bike ku xwe ji namzetiyê vekişîne. Ji rêveberên Partiya Demokrat rojnamevan Davîd Shûster da xuyakirin, ku eger Clînton bi dilê xwe xwe ji namzetiyê vekişîne, wê hingî partî namzetekî nû diyar bike.

Li gorî Davîd Shûster, di nava Partiya Demokrat de biryar hatiye dayîn, ku ji bo 'civîna krîzê' rêveberî li hev bicive û li ser diyarkirina namzetekî nû nîqaşê di nava xwe de bike.

DENGDANA BI RÊYA NAMEYAN DESTPÊ KIR, ALTERNATÎFA YEKAN E TALOQKIRINA HILBIJARTINÊ YE

Li aliyê din, eger Clînton îro xwe ji namzetiyê vekişîne jî, wê diyarkirina namzetekî nû ewçend hêsan nebe. Ji xwe ji Îna derbasbûyî û vir ve karê bikaranîna dengan a bi rêya nameyan li Carolîna Bakur destpê kir û li Nevada, Vîrgînîa, Florîda, Lowa û Mîchîganê jî hilbijêr wê di hefteya pêş de bi rêya nameyan an jî çûyîna ser sindoqan, dest bi bikaranîna dengê xwe bikin.

Lewma eger Clînton xwe ji namzetiyê vekişîne, piştî ku Kongreya Amerîka hilbijartin taloq kir, wê Demokrat karibin namzetekî nû diyar bikin.

Eger Clînton xwe vekişîne navê Tîm Kaîne ku ji bo alîkariya Clînton hat nîşandan, hevrikê wê yê herî Bernî Sanders û Alîkarê Serok ê niha Joe Bîden derdikeve pêş. Lê herî Bîden weke kesê li nava partiyê xwedî bandor, tê nîşandan.