Komkujiya Nîce fikara 'terorîzm' û şerê civakî' di nava ciwanan de zêde kir

Li gorî anketa malpera bi navê Generatîon What, ku nêrînên ciwanên li welatên Ewropayê yên li ser mijarên cuda dinirxîne, di mehên dawî de tirsa 'terorîzmê' di nava ciwanan de zêde bûye û baweriya bi polîsan jî kêm dibe.

Generatîon What, di nava ciwanên li welatên bi zimanê Elmanî daxivin, anketek amade kir. Encamên vê anketê ji aliyê qenalên televîzyonê Bayerîscher Rûndfûnk, SWR û ZDF ve hatin nirxandin. Di vê çarçoveyê de bersivên roja 30'ê Hezîranê yên li gelek pirsan û bersivên piştî komkujiya Nîce ya 14'ê Tîrmehê ji gelek pirsan re hatin dayîn, hatin nirxandin.

Ji sedî 78 ê ciwanên navbera 18-34 salî di 30'ê Hezîranê de bersiv dan pirsan, koçberî weke dewlemendkirina çanda welêt dîtin. Ev rêje piştî 15'ê Tîrmehê daket ji sedî 73'an.

Di heman demê de ji bo pirsa '3 tiştên herî zêde te ditirsîne çi ne?' ji sedî 30 ê ciwanan bersiva 'terorîzmê' dan. Piştî êrîşa Nîce ya 14'ê Tîrmehê ev rêje gihîşt ji sedî 34'an. Her wiha yek ji mijarên ku herî zêde rê li ber fikaran vedike jî, weke 'şerê civakî' hat destnîşankirin, ku rêjeya vê jî ji sedî 41 e. Rêjeya kesên di 30'ê Hezîranê de ev bersiv da, ji sedî 35 bû.

Piştî êrîşa 14'ê Tîrmehê rêjeya ciwanên baweriya xwe bi polîsan re tîne, gihîşt ji sedî 69'an.