Tê payîn, partiyên CDU û CSU ji hev cuda tevlî hilbijartinê bibin
Nîqaş tê kirin, ku partiyên yekîtiya Xiristiyan ên li Elmanyayê li ser desthilatdariyê ne, ji hev cuda tevlî hilbijartinê bibin. Dengên van her du partiyan roj bi roj kêm dibin.
Nîqaş tê kirin, ku partiyên yekîtiya Xiristiyan ên li Elmanyayê li ser desthilatdariyê ne, ji hev cuda tevlî hilbijartinê bibin. Dengên van her du partiyan roj bi roj kêm dibin.
Tê gotin, partiyên CDU û CSU ji bo dengên populîst ên ji ber koçberiyê kêm kirine ji nû ve bi dest bixin, dixwazin ji hev cuda tevlî hilbijartinên 2017'an bibin.
Li gorî anketa dawî, ku kovara Stern û televîzyona RTL bi şîrketa Forsa dan kirin, rêjeya dengên Partiya Yekîtiya Xiristiyanên Demokrat (CDU) a bi serokatiya Serokwezîr Angela Merkel û Partiya Yekîtiya Xiristiyanên Civakî (CSU) a bi tenê li eyaleta Bavyerayê rêxistinbûyî ye, daketiye ji sedî 32'an. Bi vî rengî dengên her du partiyan li gorî hilbijartinên sala 2013'an ji sedî 10 kêm bûne. Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a hevparê koalîsyonê jî, ancax xwe digihîne ji sedî 23 ê dengan.
Rêjeya dengên Partiya Alternatîf ji bo Elmanya (AfD) ku bi gotinên xwe yên li dijî koçberan derdikeve pêş, gihîştiye ji sedî 13'an. Li gorî vê anketê partiya Keskan ji sedî 11, Partiya Çep (Dîe Lînke) ji sedî 9 û Partiya Demokratên Azad (FDP) jî ji sedî 6 ê dengan bi dest dixin.
Di anketa şîrketa ÎNSA de rêjeya dengên CDU-CSU dadikeve rêjeya ji sedî 30,5, SPD jî ji sedî 21,5 ê dengan distîne. Li gorî vê anketê AfD ji sedî 15, partiya Keskan ji sedî 11, Dîe Lînke ji sedî 10 û FDP jî ji sedî 7 ê dengan distîne.
Di rojên dawî de nîqaş tê kirin ku partiyên CDU û CSU vê carê ji hev cuda tevlî hilbijartinên 2017'an bibin. Heta roja îro CDU Bavyera ne di nav de li 15 eyaletan xwe bi rêxistin dikir û CSU jî bi tenê li Bavyerayê tevlî hilbijartinê dibû.
Li gorî CDU partiya CSU di mijarên koç, ewlekarî û polîtîkayên civakî de helwesteke bêhtir radîkal nîşan dide. Lewma tevlîbûna CSU li eyaletan li derveyî Bavyerayê ji bo hilbijartinê, weke hewldana pêşîgirtina li AfD tê nirxandin.