Hejmara mirovên 'radîkal' li Fransayê zêde bûye

Tê gotin, li Fransayê hejmara mirovên DAIŞ'ê û çeteyên mîna wê diparêzin û meyla wan ji nêrînên Îslamî yên tund re hene, gelekî zêde bûye.

Li gorî îdîaya rojnameya Le Fîgaro ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ewlekariyê, ji hejmara mirovên ji par û vir ve bi hinceta 'radîkal bûne' hatine şopandin 11 hezar 811 ye. Tê gotin, ev mirov ji ber gotinên xwe yên terorîzmê diparêzin, ragihandina dijminatiya xwe ya li saziyên dewletê yan jî îzolebûnê, hatine şopandin û qeydkirin.

Li gorî nûçeyan rojnameyê, di Adara 2015'an de hejmara mirovên ji ber 'radîkalbûnê' li Fransayê hatin şopandin 3 hezar 100 bû. Di nava sal û nîvekê de ev hejmar bi 4 qatan zêde bû. Tê gotin ev hejmar di meha Sibatê de bi rêjeya ji sedî 69'an zêde bûye.

Li komuna Beaûmont-en-Vêron a bajarê Îndre-et-Loîre yê li rojavayê welêt, çend roj berê navendek bi navê 'navenda xwe paqijkirina ji nêrînên radîkal (CPIC)' hat vekirin. Tê payîn ev navend piştî çend rojan dest bi perwerdekirina ciwanan bike. Ciwanên 'dildar' ên navbera 18-31 salî wê tevî vê perwerdeyê bibin û tê xwestin, bi danûstandinên şexsî re ciwan xwe ji nêrînên radîkal rizgar bikin.