'Eger Trûmp bê hilbijartin wê aboriya DYA bi 1 trîlyon dolarî kêm bibe'

Li gorî pêşdîtinên enstîtuya bi navê Oxford Economics a navenda xwe li Îngilîstanê ye, maliyeta serketina Donald Trûmp a hilbijartinên serokatiya DYA, wê 1 trîlyon dolar be.

Estîtuyê, li gorî sozên di pêvajoya hilbijartinê de hatin dayîn, pêşdîtin kir. Li gorî vê pêşdîtinê, eger Trûmp bi ser bikeve wê mezinbûna aboriya Amerîkayê qels bibe û di sala 2019'an de dikare bikeve resesyonê. Estîtuyê ragihand, ku di sala 2021'ê de wê hatineya milî ya DYA salane bi qasî ji sedî 2'an mezin bibe û bibe 17,5 trîlyon dolar. Eger Hîllary Clînton bibe serok wê hatineya milî 18,5 trîlyon dolar be.

Kêmkirina bacê, tedbîrên têkildarî bazirganiyê û dersînorkirina bi rengekî komî ya koçberên bi îllegal hatine, ku Trûmp soza van daye, weke sedemên bingehîn ên 'zerar'a li aboriya DYA tên nîşandan.

Enstîtuya bi navê Oxford Economics xwe 'serbixwe û li gelemperiya cîhanê dixebite' bi nav dike. Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) jî gelek saziyên wê hene.

Tê payîn hilbijartinên serokatiya DYA yên meha Mijdarê di navbera Donald Trûmp û Hîllary Clînton de pêk werin. Lê belê teşxîsa nexweşiya zatûre ya li Clînton hat danîn, dibe ku dengên Clînton kêm bike.