Li dijî Qanûna Kar a li Fransayê roja çalakiyan a neteweyî
Li dijî Qanûna Kar a li Fransayê, ku mafên bi mîlyonan karkeran ji dest digire, îro li gelemperiya welêt wê meş û greva giştî bên lidarxistin.
Li dijî Qanûna Kar a li Fransayê, ku mafên bi mîlyonan karkeran ji dest digire, îro li gelemperiya welêt wê meş û greva giştî bên lidarxistin.
Li dijî reforma Qanûna Kar ku ji meha Adarê û vir ve di rojevê de ye, li ser banga sendîkayên CGT, FO, FSU, Solîdaîres, UNL û FIDL, cara 14'an di asta neteweyî de karker û kedkar dadikevin kolanan.
Li dijî Qanûna Kar a ji aliyê Meclîsa Neteweyî û Senatoyê ve hat qebûlkirin û li Rojnameya Fermî hat weşandin, çalakiya herî mezin wê li paytext Parîsê bê lidarxistin. Meşa li vir wê saet di 14:00 de li meydana Bastîlle destpê bike û li meydana Rebûplîqûe veguhere mîtîngê.
Di serî de bajarên mezin ên welêt wê li zêdeyî sed bajaran çalakiyên protestoyî bên lidarxistin.
Ji ber çalakiyan, tê payîn ku gelek ji seferên tren û metroyan betal bibin. Yek ji pênc seferên balafiran jî duh bi şev betal bûn.