Li YE, yek ji 5 kesên ji 55 salî mezintir xizan e
Li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), yek ji 5 kesên ji 55 salî mezintir xizan e. Li hin welatan ev rêje ji sedî 40 e.
Li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), yek ji 5 kesên ji 55 salî mezintir xizan e. Li hin welatan ev rêje ji sedî 40 e.
Li gorî daneyên sala 2014'an ên ji aliyê Ofîsa Statîstîkan a Yekîtiya Ewropa (Eurostat) ve hatin weşandin, rêjeya mirovên ji 55 salî mezintir ên xizan û li derveyî qada civakî tên hiştin, ji sedî 20,9 e. Eurostat di vê çarçoveyê de, mirovên hatineyên wan kêmî ji sedî 60 ê hatineyên xebatkarên nîvekê welêt e, weke mirovên 'xizan' bi nav dike.
Di nava welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) de welatê herî zêde mirovên ji 55 salî mezintir lê xizan in, bi rêjeya ji sedî 44'an romanya ye. Li Hollandayê ev rêje ji sedî 11,9 e. Li Norwêcê, ku ne endamê Yekîtiya Ewropayê ye, ev rêje ji sedî 9,3 ye.
Ev rêje li Swêdê ji sedî 14,5, li Elmanyayê ji sedî 20,7 û li Lîtvanyayê jî ji sedî 37,1 e.
Tê gotin, zêdebûna xizaniya li nava mirovên ji 55 salî mezintir, ji ber kêmaniya mûçeyê teqawîtbûnê ye. Balkêş e li Elmanyayê xizaniya niha li nava van mirovên di sala 2006'an de ji sedî 18,2 bû, lê di sala 2014'an de gihîşt ji sedî 20,7. Li Elmanyayê zêdeyî 10 sal in aborî timî mezin dibe û bêkarî kêm dibe.