Di Civîna YE de mijarên parastin û ewlehiyê li pêş in

Lîderên Yekîtiya Ewropayê (YE), li paytexta Slovakya Bratîslavayê bêyî Brîtanya li hev civiyan, hedefa esasî ya civînê jî ew e ku piştî qutbûna Brîtanya ‘ji nû ve kontrol bê sazkirin’.

Têkîldarî hêza parastina hevpar a YE jî bi taybet giraniya Fransa heye.

Piştî biryara Brîtanyaya Mezin a qutbûna ji Yekîtiya Ewropa (YE), di civînê de ku 27 lîderên welatên YE tevlî bûne, polîtîkayên ewlehiya hundir û derve derdikeve pêş.

Di destpêka civînê de daxuyaniya Serokkomarê Fransa  François Hollande ya têkîldarî ‘artêşa Ewropa’ û polîtîkayên parastina hevpar bal kişand. Hollande bal kişand ser dûrketina Brîtanyayê û îhtîmala ku DYA li gor NATO’yê bikeve pozîsyonek talî, wek sedema vê jî weedên hilbijartinê yên Donald Trûmp nîşan da.

Hollande got; “Eger DYA biryara dûrketina ji NATO’yê bide, pêwîst e Ewropa bibe xwedî kapasîteyek xweparastinê.”