Li Arjantînê meteorekî ji 30 tonî hat dîtin
Hat ragihandin, li Arjantînê meteorekî mezin ku tê texmînkirin beriya 4 hezar salî ketiye, hat dîtin. Li gorî agahiyan ev meteor bi qasî 30 tonî giran e.
Hat ragihandin, li Arjantînê meteorekî mezin ku tê texmînkirin beriya 4 hezar salî ketiye, hat dîtin. Li gorî agahiyan ev meteor bi qasî 30 tonî giran e.
Yek ji rojnameyên herêmî yên Arjantînê Norte ragihand, li bakurê welêt meteorekî mezin hatiye dîtin. Di nûçeyê de hat gotin, meteor li Campo del Cîelo hatiye dîtin, ku beriya bi hezaran salî meteor li vê herêmê bariya bûn.
Tê texmînkirin ku ev meteorê giraniya xwe 30 ton e, di vê demê de, bi qasî 4 hezar sal beriya niha ketiye rûyê erdê.
Ev meteorê li Arjantînê hat dîtin, duyemîn mezintirîn meteorîtê li cîhanê ye. Li Namîbyayê, di destpêka sedsala 20'an de meteorekî ji 60 tonî, ku navê Hoba lê hat kirin, hatibû dîtin. Ev meteor ê herî mezin e ku heta roja îro li cîhanê hatiye dîtin.