Endamên biçûk ên YE jî dixwazin piştî Brexîtê di biryaran de xwedî gotin bin

Piştî Brîtanyaya Mezin biryar girt ku ji Yekîtiya Ewropayê (YE) derkeve, teza ku dibêje di mijara siberoja yekîtiyê de endamên biçûk talî têne hiştin hê xurtir bûye.

Li ser biryargirtina Elmanya, Fransa û Îtalya ya di nîqaşên Yekîtiya Ewropa ya bêyî Brîtanya de, Awûstûrya got ‘em jî hene’.

Piştî referandûma Brexît a 23’yê Hezîranê, dihat dîtin ku ji 27 welatên YE tenê Elmanya, Fransa û Îtalya derdikevin pêş. Lîderên her sê welatan meha bihurî li Îtalyayê li hev civiyan, siberoja YE ya li ser milên 27 welatan nîqaş kiribûn.

Lê, welatên ku li dijî vê rewşê derdikevin zêde dibin. Wezîrê Maliyeyê ya Awûstûryayê  Hans Jorg Schelling ji ber piştî Brîtanya ji yekîtiyê veqetiya her sê welat bi serê xwe nîqaşan dimeşînin, hişyariya ‘tiştekî ne baş’ kir, dengê xwe kir ku ‘pêwîst e welatên biçûn ên Yekîtiya Ewropa neyên paşguhkirin.’

Schellîng ê beriya civîna Wezîrên Maliyeyê ya YE ya li paytexta Slovakya Bratîslavayê axivî, diyar kir ku wê tevlî civîna ku wezîrên maliye û ekonomiya YE wê tevlî bibin dibe. Schellîng destnîşan kir ku ev civîn wê ji bo 27 welatên endam bi taybet be.

Wezîrê Maliyeyê ya Awûstûryayê got gelek hemkarên wî vê pêşniyara wî baş dinirxînin.