'Kêmbûna mezinbûnê wê pirsgirêkên civakî û aborî kêm bike'

Li gorî raporeke Klûba Roma, ji bo avakirina cîhaneke xwedî siberojeke baş, pêwîste mezinbûn bê kêmkirin û hatiya neteweyî bi rengekî ku hîn bêhtir mirov karibin jê sûdê werbigirin, bê parvekirin.

Ev saziya ramanê, ku li bajarê Wînterhûr ê Swîsreyê ye û bi pêşniyarên xwe yên balkêş tê naskirin, bi navê 'Ji sedî 1 têrê dike: Bi mezinbûneke kêmtir re têkoşîna li dijî newekheviya civakî, bêkarî û guherîna avhewayê' raporek amade kir. Di raporê de, tevî pêşniyarên çepgirî yên weke; bisînorkirina zêdebûna nifûsê, kêmkirina saetên kar û parvekirina derfetên kar, her wiha pêşniyarên lîberal û rastgir ên mîna 'emrê teqawîtbûnê bibe 70 salî' tên kirin.

Rapor ji aliyê 'lêkolînerê siberojê' yê Norwêcî Jorgen Randers û ekonomîstê Îngilîz Graeme Maxton ve hat amadekirin. Li gorî raporê ji ber zêdebûna nifûsê wê bêhevsengiya li cîhanê zêdetir bibe. Weke tedbîr pêşniyar tê kirin, ku ji bo jineke zarokên xwe nîne yan jî zarokekî bi tenê heye, dema bû 50 salî 80 hezar dolar prîm were dayîn.

Di mijara teqawîtbûnê de jî bal tê kişandin ser pêşniyara rastgir-lîberalan ku emrê teqawîtbûnê dirêj dike û ji bo kêmkirina bêkariyê jî pêşniyara çepgiran a kêmkirina dema xebatê tê kirin. Têkildarî kêmkirina dema xebatê tê gotin, 'Li şûna ji sedî 90 ê nifûsa karker bixebite, bila ji sedî 100 a vê nifûsê bixebite."

Bi saya vê yekê tê xwestin, li şûna ku salane 30 hezar dolar were qezeçkirin û bêkarî zêde bibe, salane 27 hezar dolar bê qezenckirin û ji sedî 100 mirov bixebitin. Her wiha pêşniyar tê kirin, ku ji bo mirovên tevî van hemû tedbîran bêkar man e, ji sîgortaya bêkariyê hê bêhtir alîkariyê bistînin.

Di rapora Randers û Maxton de, ji bo tedbîra guherîna avhewayê jî pêşniyar tê kirin, ku bac li ser karbondîoksîtê (CO2) bê ferzkirin û hatineya ji vir bi dest bikeve, ji bo civakê bê bikaranîn. Tê xwestin, ji xebatkarên di karê belavkirina gaza jehrî de dixebitin kêmtir bac bê standin û ji karsaz û dewlemendan bêhtir bac were standin.