Çapemeniya Tirk duh ji manşetê ragihandibû, ku qemyonên alîkariyê yên Neteweyên Yekbûyî (NY) danê sibehê ji deriyê sînor ê Cîlvegozu derbasî Sûriyeyê bûne. Lê rayedarên rejîma Sûriyeyê dabûn xuyakirin, ku qemyonên 'alîkariyê' yên Tirkiyeyê bi Neteweyên Yekbûyî re nehatine şandin, lewma ew ê destûrê nedin ku ev qemyon derbasî Helebê bibin.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê hatiye wezîfedarkirin Staffan De Mîstûra duh êvarê li ser rewşa li Sûriyeyê civîneke çapemeniyê lidar xist û piştre bersiv da pirsên rojnamevanan.
De Mîstûra agirbesta li Sûriyeyê nirxand û diyar kir, tevî ku demeke kin di ser ragihandina agirbestê re derbas bûye, ji niha ve rewşeke germ tê dîtin.
'BI ZELALÎ DIBÊJIM; QEMYONÊN NY BER BI SÛRIYEYÊ VE BI RÊ NEKETINE'
Mîstûra bi taybetî destnîşan kir, ku qemyonên alîkariyê yên NY hê li Tirkiyeyê ne û ber bi Sûriyeyê ve bi rê neketine. Mîstûra bibîr xist, ku divê qemyonên alîkariyê yên NY bigihêjin herêma di bin kontrola NY de ye.
Rojnamevanekî nûçeyên di çapemeniya Tirk de hatin weşandin bibîr xist û ji De Mîstûfa pirsî ku qemyonên NY derbasî Sûriyeyê bûne yan na. De Mîstûra jî ev bersiv da: "Ez dikarim bi zelalî bêjim, ku qemyonê alîkariyê yên NY ji Tirkiyeyê bi rê neketine. Ji bo karibe bi rê bikeve, ji bo ajokar û qemyon zerarê nebînin, divê konvoy bi rengekî ewle derbas bibe."
De Mîstûra got, "Lihevkirina DYA û Rûsyayê gelekî zelal e. Qemyonên alîkariyê wê di bin kontrola NY de bigihêjin cihên pêwîst" û destnîşan kir, ku ji bo alîkarî were şandin, divê welatên malovaniyê dikin, bi erka xwe rabin.
DI NAVA QEMYONÊN TIRKIYEYÊ DE KU JI BO ALÎKARIYÊ ŞAND , ÇI HEYE?
Bi vê daxuyaniya De Mîstûra re nûçeyên Ajansa Anadolû û piraniya medya Tirk, bû derew. Li aliyê din eger nûçeyên di medya Tirk hatin weşandin rast bin, wê demê tê meraqkirin ku di qemyonên Tirkiyeyê şand Sûriyeyê de çi heye?