Tê gotin navenda hilberîna çeka kîmyewî ya DAIŞ'ê hatiye rûxandin
Tê gotin, di encama êrîşên hewayî de, navendeke hilberîna çeka kîmyewî ya li Iraqê, ku di destê çeteyên DAIŞ'ê de bû, hatiye rûxandin.
Tê gotin, di encama êrîşên hewayî de, navendeke hilberîna çeka kîmyewî ya li Iraqê, ku di destê çeteyên DAIŞ'ê de bû, hatiye rûxandin.
Fermandarê Hêzên Hewayî yê Amerîka Jeffrey Harrîgîan ragihand, li nêzî bajarê Mûsilê yê Iraqê navendeke hilberîna çekên kîmyewî ya DAIŞ'ê hatiye rûxandin. Harrîgîan diyar kir, bomberdûman ji aliyê gelek balafirên şer ve hatiye kirin, ku di nav de balafira bi tîpa B-52 jî hebû.
Tê gotin, li vê navenda hatiye rûxandin, fikar hene ku çeteyên DAIŞ'ê gavên klor û hardal hildiberandin.
Beriya niha gelek caran hatibû îdîakirin ku çekên kîmyewî li Iraq û Sûriyeyê di destê çeteyên DAIŞ'ê de hene. Gelek fikar hene ku çeteyan li Rojava û gelek herêman çekên kîmyewî bi kar anîne.