DYA û Rûsyayê ji bo agirbesta Sûriyeyê û koordînasyona li dijî DAÎŞ’ê li hev kirin
Di hevdîtina navbera DYA û Rûsya de ku li Cinêvê çêbû, biryara agirbesta hefteyekê hate dayîn ku wê ji Cejna Qûrbanê ve bikeve meriyetê.
Di hevdîtina navbera DYA û Rûsya de ku li Cinêvê çêbû, biryara agirbesta hefteyekê hate dayîn ku wê ji Cejna Qûrbanê ve bikeve meriyetê.
Di hevdîtina navbera DYA û Rûsya de ku li Cinêvê çêbû, biryara agirbesta hefteyekê hate dayîn ku wê ji Cejna Qûrbanê ve bikeve meriyetê, her wiha hate ragihandin ku wê navendek koordîneyê ya operasyonên hevpar ên li dijî DAÎŞ û El Nûsrayê bi rê ve bibe jî were avakirin.
Di dawiya muzakereyan de ku heta derengiya şevê dewam kir, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry li gel hemkarê xwe yê Rûs Sergey Lavrov daxuyanî da û got; “Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Rûsya, planeke ku hêvî dike tundiya li Sûriyeyê kêm bike û bi aştiyek hatiye muzakerekirin re derbasbûyina siyasî vedike pêşkêş dike.” Kerry destnîşan kir ku domahiya agirbesta hefteyekê de hêzên Amerîkayê qebûl kirine ku hevkariyê bi artêşa Rûs re bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî diyar kir ku di planekê de ku ji 5 xalan pêk tê û wê têkoşîna bi terorîzmê re û agirbestê berê hatibû betalkirin bi şêweyekî hê baştir bi rê ve bibe, li hev kirine. Lavrov ragihand ku li ser koordîneya bomberdûmanên li dijî çeteyên DAÎŞ û El Nûsrayê û qadên ku wê bi koordîne bêne bombekirin li hev kirine.
John Kerry ê têkîldarî hevkariya bi Rûsya re axivî, di mijara bidawîkirina şer û vegera maseyê de bal kişand ku ‘Rûsya li ser rejîma Beşar Esad xwedî kapasîteya kirinê ye’.
Sergey Lavrov jî da xuyakirin ku têkîldarî lihevkirina bi DYA re rejîma Sûriyeyê agahdar kirine û rejîm jî wê vê qebûl bike.