Li bajarê Tongî yê li bakurê paytext Dakkayê, roja Şemiyê li febrîqeya ambelajkirinê şewat derket. Li gorî daxuyaniya dawî ya polîsan 31 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hejmara mirovên piştî şewatê agahî ji wan nayê girtin, 12 ye.
Piştî vê şewatê, kêmasiyên ewlekariya kar ên şîrketên taşeron ku ji bo gelek şîrketên navneteweyî dixebitin, ji nû ve ket rojevê. Ev febrîqeya şewat lê derket, tevî karê xwe yê ji bo hilberînerên herêmî yên madeyên xwarinê, her wiha ji bo şîrketên Brîtîsh-Amerîcan Tobacco û Nestle'yê paket û ambelaj hildiberand.
Malbata karkerekî di bûyerê de jiyana xwe ji dest da, doz li 8 rayedaran vekir ku ji bûyerê berpirsyar in.
Herî dawî kargeheke bi navê Rana Plaza, ku atolyeya konfeksiyonê bû di sala 2013'an de hilweşiya bû û zêdeyî 1.100 kesî jiyana xwe ji dest da bûn.