Merkel hewl dide penaberên Afgan vegerîne Afganîstanê
Hikûmeta koalîsyonê ya Elman, ku ji ber koça zêde ya penaberan a salên dawî deng kêm kiriye, hewl dide dersînorkirina ber bi welatên hê lê şer hene, zêde bike.
Hikûmeta koalîsyonê ya Elman, ku ji ber koça zêde ya penaberan a salên dawî deng kêm kiriye, hewl dide dersînorkirina ber bi welatên hê lê şer hene, zêde bike.
Hikûmet di nava hewldanan de ye ku herî kêm 40 hezar penaberên Afgan bişîne Afganîstanê, ku li vê herêmê şerê bi Talîbanê re hê dewam dike.
Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê, ku di destê Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) de ye, muzakereyên xwe yên bi hikûmeta Afganîstanê re, ku ji bo qebûlkirina vegerandina penaberan dimeşîne, zêde kir.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê wezaretê ev hat dayîn, hewl tê dayîn peymana li ser qebûlkirina penaberên bên vegerandin, di nava vê salê de were îmzekirin.
Tê gotin, beşa duyemîn a van muzakereyan di 1'ê Îlonê de hat kirin. Şert û mercên penaberan ên navbera her du welatan û alîkariya malî ya Elmanya di berdêla qebûlkirina vegerandina penabern de li Afganîstanê bike, hatin nirxandin.
Li gorî nûçeya Der Spîegel a li ser mijarê, di navbera heyetên her du welatan de peymana mutabaqatê hatiye qebûlkirin. Li gorî vê mutabaqatê, tevî penaberên bi dilê xwe vegerin Afganîstanê, penaberên ji ber ku daxwaza wan a penaberiyê hatiye redkirin jî di nava penaberên werin dersînorkirin de cih digirin. Di vê çarçoveyê de seferên balafiran ên charter ku her carê 50 penaber bê werin vegerandin, ji aliyê hikûmeta Afganîstanê ve hatine qebûlkirin.
Li gorî îdîaya rojnameya Bîld, eger mutabaqat bibe peyman, wê bi qasî 40 hezar Afganî werin vegerandin.
Ji bo adaptekirina penaberên li Afganîstanê bên vegerandin, tê gotin ku Afganîstanê 2 mîlyar euro ji Elmanyayê xwestiye, lê Elmanyayê pêşniyar kiriye ku salane 430 mîlyon euro alîkariyê bide.
Tê texmînkirin, ku hejmara penaberên di nava du salên dawî de hatine Elmanyayê zêdeyî mîlyonekê ye.