Li hember êrîşên li dijî santralên nukleer li Belçîkayê yekîtiyek nû
Li Belçîkayê piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên meha Adarê, ewlehiya santralên nukleer ên li welat careke din di ber çavan re tê derbaskirin.
Li Belçîkayê piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên meha Adarê, ewlehiya santralên nukleer ên li welat careke din di ber çavan re tê derbaskirin.
Piştî qetlîama çeteyên DAÎŞ’ê ya li paytexta Fransa Parîsê ku Mijdara 2015’an pêk anîbû, ewlehiya santralên nukleer ên Doel û Thîange yên li Belçîkayê dewrî yekîneyek leşkerî ya ji 140 kesî pêk tê hatibû kirin.
Lê, piştî qetlîama di serê Adarê de ku li Brukselê pêk hatibû û 32 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û her wiha dûv qetlîama Fransayê ya meha Tîrmehê, tevdîr dîsa di ber çavan re hatin derbaskirin. Hikûmetê biryar girt ku li dijî êrîşên li ser santralên nukleerî yekîneyek taybet a ji 600 kesî pêk tê saz bike.
Tê hedefkirin ku ev yekîneyên wê ji destpêka 2017’an ve dest bi wezîfeyê bikin, li dijî êrîşan hê bi leztir bikevin tevgerê. Tê ragihandin ku ev yekîne wê bi temamî ji polîsan pêk were.