Li medreseyeke li Pakîstanê 106 şagirt hatin binçavkirin

Polîsên Pakîstanê, 106 şagirtên Afgan ên li dibistaneke quranê ya li bajarê Qûetta dixwendin, girtin binê çavan.

Rayedaran gotin, şagirt ji 14 heta 18 salî ne û destûra wan a mayîna li Pakîstanê nîne. Li gorî agahiyan, hemû binçavkirî wê ber bi Afganîstanê ve bên dersînorkirin.

Ji rayedarên polîsan Nadîm Huseyîn got, "Me medrese girtin, ji ber ku belgeyeke xwe ya qeydê tine bû." Wezîrê Karên Hundir ê Wîlayeta Belûcîstanê Ekber Harîfal jî binçavkirina şagirtan piştrast kir.

Pakîstanê biryar da bû, ku 13 hezar medreseyên li welêt baştir kontrol bike. Ev biryar, piştî êrîşa giran a Talîbanê di Kanûna 2014'an de li hemberî dibistanekê pêk hat, di çarçoveya plana çalakiyê ya li dijî tundiyê de hatibû girtin. Talîbanan di wê êrîşê de zêdeyî 150 xwendekar qetil kiribûn.

Medreseyên ku bi sed hezaran şagirt lê tên perwerdekirin, xebatên xwe bi giranî li derveyî kontrolê dimeşînin. Li gorî rayedaran, ev dever veguherîne cihê perwerdeya xweranegirtin û meylên tund.