Di roja duyemîn a doza Roûsseff de şahid axivîn
Doza Serokê Dewletê Dîlma Roûsseff ê li Brezîlyayê wezîfeya wî hatiye rawestandin, di roja duyem de bi gengeşiyê derbas bû.
Doza Serokê Dewletê Dîlma Roûsseff ê li Brezîlyayê wezîfeya wî hatiye rawestandin, di roja duyem de bi gengeşiyê derbas bû.
Her çiqasî tê zanîn ku wê sûcên Roûsseff ên têkîldarî guhertina daneyên baceya gelemperî û bi awayekî nebaş bikaranîna wezîfeya xwe neyê îspatkirin jî, îhtîmal heye ku li dijî lîderê sosyalîst de biryar derkeve.
Li Dadgeha Bilind a Federal (STF), di rûniştina duyem de ku bi serokatiya Rîcardo Lewandowskî pêk hat, mabeyna senatorên alîgir û dijî Roûsseff de nîqaşên mezin çêbûn. Ji ber heqaretên dualî, bi demkurtî navber hat dayîn.
Di vê rûniştinê de di lehê Dîlma Roûsseff de 6 şahidan îfade dan, di nav van de şêwirmendê berê yê aboriyê Luiz Gonzaga Belluzzo jî hebû. Her wiha wezîrên aborî û perwerdehiyê yên di kabîneya Roûsseff cih digirtin jî îfade dan.
Dîlma Roûsseff sûcên li ser wî tên gotin red dike, dibêje ku ji ber daneyên baceyên jî wezîfeya xwe bi xirabî bi kar naniye.
Wezîfeya serokatiyê ya Roûsseff, 12’ê Adarê hate rawestandin, li şûna wî Mîchel Temer hate ser kar. Di dawiya dozê de eger Roûsseff ji wezîfeyê bê kirin, wê desthilatdariya Partiya Karkeran a 13 salan bi dawî bibe.