Çapemeniya cîhanê bi vî rengî cih da Cerablûsê

Têkoşîna li dijî êrîşên leşkerî yên dewleta Tirk, ku li ser bingeha dijminatiya li Kurdan tên kirin, di çapemeniya cîhanê de cih girt. Gelek saziyên çapemeniyê destnîşan kirin, ku Tirkiyeyê şerê navxweyî yê li Sûriyeyê girantir kiriye.

Têkoşîna li dijî êrîşên leşkerî yên dewleta Tirk, ku li ser bingeha dijminatiya li Kurdan tên kirin, di çapemeniya cîhanê de cih girt. Gelek saziyên çapemeniyê destnîşan kirin, ku Tirkiyeyê şerê navxweyî yê li Sûriyeyê girantir kiriye.

BBC

Televîzyona BBC ya Îngilîz ragihand, şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, ku dirêj bûye bi tevlîbûna Tirkiyeyê re bêhtir 'tevlîhev' bûye. Di nûçeyê de hat ragihandin, tankên Tirk ên duh ketin nava xaka Rojava, derb ji 'şervanên Kurd' xwarine û hat bibîrxistin, ku ji duh danê sibehê ve hin tankên din ên Tirk sewqî herêmê hatine kirin. Qenala televîzyonê da zanîn, balafirên şer ên Tirk êrîşî başûrê Cerablûsê dikin û işaret bi daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê kir, ku 'rewş aloz' dibe. 

DER SPÎEGEL

Yek ji kovarên sereke yên Elmanyayê Der Spîegelê bi sernavê 'Tirkiye topan davêje milîsên Kurd' bal kişand ser mijarê û ragihand, piştî hewldana dagirkeriyê ya li Cerablûsê, li Kobanê jî hewldanek bi heman rengî hatiye kirin. Di nûçeyê de hat ragihandin, ku şervanên Kurd li tankên Tirkan ên derbasî nava Cerablûsê bûne xistine û hat gotin, tankên derbasî nava axa Kobanê jî bûn, bi wan re maşînên kar hebûn. Di nûçeyê de bal hat kişandin ser daxuyaniya 'Tirkiye dixwaze Rojava dorpêç bike' ya Kantona Kobanê.

DW: DU WELATÊN NATO, LI PEY DU HEDEFÊN CUDA NE

Radyoya Deutsche Welle jî bibîr xist, ku DYA piştgiriyê dide Kurdan ji ber ku li dijî DAIŞ'ê şer dikin û diyar kir, Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ji bo pêşî li Kurdan bigire, êrîşa li dijî hevalbendên partnerê xwe DYA, daye ber çavan. Di nûçeyê de hat gotin, "Ev yek nîşan dide ku du endamên NATO li Sûriyeyê xwedî berjewendiyên ji hev cuda ne."

AFP

Di nûçeya Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) de agahî hat dayîn ku bi dehan tankên Tirk derbasî gundên Cerablûsê bûne û cih da hişyariyên Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê. Di nûçeyê de hat gotin, Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê hişyarî da û got, ev êrîş wê pevajoyeke nû ya şer li herêmê bide destpêkirin.

AFP'ê her wiha da xuyakirin, ku Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê ragihandiye, balafirên Tirk cih û warên sivîlan bombe dikin.