Lûcy ji darê ketiye û mirî ye!
Tê gotin, Lûcy ku yek ji pêşiyên herî navdar ê Homo Sapîensîn e (mirovê hemdem), ji darê ketiye û jiyana xwe ji dest daye.
Tê gotin, Lûcy ku yek ji pêşiyên herî navdar ê Homo Sapîensîn e (mirovê hemdem), ji darê ketiye û jiyana xwe ji dest daye.
Hestiyê Lûcy ê bûye fosîl, di sala 1974'an de li Etiyopyayê hatibû dîtin. Lêkolînerên Zanîngeha Teksasê ev fosîlê ji 3,18 mîlyon salî, lêkolîn kirin.
Dîmenên bi saya tomografiya tîrêjên X hatin bidestxistin, nîşan didin ku Hûmerûsa rastê ya Lûcy (hestiyê dirêj ê mil), mil û hin hestiyên din ên bedena wî şikestine.
Profesorê Antropolojiyê John Kappelman da xuyakirin, ku ev birîn dişibe wan birînan, ku dema yek ji cihekî bilind dikeve, ji bo leza ketinê kêm bike milê xwe dirêj dike.
Li gorî Kappelman, bejna Lûcy 107 cm dirêj bû û ji bo xwe ji nêçirvanan biparêze bi şev li ser daran dijiya. Şikestina hestiyan nîşan dide ku Lûcy herî kêm ji bilindahiya 12 metreyî ketiye xwarê.