Di daxuyaniya çapemeniyê ya Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) de hat ragihandin, di navbera 13-19'ê Îlonê de wê Konferanseke Neteweyî bi beşdariya 200 delegeyan bê lidarxistin.
Konferans wê li Geliyê Yarî yê li başûrê welêt pêk were û tevî delegeyên gerîla wê 29 fermandarên gerîla yên ji Fermandariya Navendî ya FARC'ê jî lê amade bin. Li ser vê konferansa 'kombûna dawî' ya gerîla de, wê FARC veguhere tevgereke siyasî ya legal.
Di dîroka FARC'ê de yekemcar e, ji bo konferanseke neteweyî bang li 50 vexwendiyên neteweyî û navneteweyî tên kirin. Konferans wê ji aliyê çapemeniyê ve jî bê şopandin.
Di daxuyaniya FARC'ê de bal hat kişandin ser girîngiya dîrokî ya îmzekirina peymana aştiyê û hat gotin, nîqaşên bên kirin û biryarên werin girtin, divê ji gelên Kolombiya û tevahiya cîhanê re bên ragihandin.
Ev daxuyaniya gerîlayan a li ser konferansa neteweyî, 3 roj piştî pyemana aştiyê hat, ku bi hikûmeta Kolomiyayê re hat îmzekirin. Hevdîtinên aştiyê, ku di navbera gerîlayan û heyeta hikûmetê ya bi serokatiya Serokdewlet Jûan Manûel Santos hat meşandin, di dawiya sala 2012'an de li paytexta Kuba Havanayê destpê kiribû.
Peymana aştiyê wê di meha Cotmehê de pêşkêşî dengdana gelê Kolombiyayê bê kirin. Li gorî peymana aştiyê, gerîlayên FARC'ê wê qonax bi qonax li 23 herêmên cuda li hev bicivin û derbasî qonaxa bêçekbûnê bibin.
Gerîlayên FARC'ê hê jî beşeke girîng a Kolombiyayê kontrol dikin. Li gorî FARC'ê bi qasî 8 hezar gerîlayên FARC'ê hene. Li gorî hin çavkaniyan ev hejmar 13 hezar e.
Di şerê navxweyî yê li vî welatî de, ku di sala 1964'an de destpê kir, herî kêm 220 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, bi deh hezaran kes jî winda ne. Şerê navxweyî bi mîlyonan kes jî koçber kir.