Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (FIJ) bi wesîleya 30'ê Tebaxê ku Neteweyên Yekbûyî ji bo balê bikişîne ser rojnamevanên hatine revandin û windakirin ragihandiye, bi armanca ronîkirina aqûbeta 11 rojnamevanên winda, bang li welatan kir ku bikevin nava hewldanan.
FIJ'ê da zanîn, ku bi revandinê re hewl tê dayîn çavên civakê were tirsandin û der barê nav, cih û dema windakirina van rojnamevanan de ev agahî da:
"Jûanîta Nîelsen-Awûstralya Tîrmeh 1975, Mîlan Nepalî-Nepal Gulana 1999, Chîtra Narayan Shrestha-Nepal Gulana 2000, Joey Estrîber-Fîlîpîn Adara 2006, Sûbramanîam Ramachandran-Srîlanda Sibata 2007, Prakash Sîngh Thakûrî-Nepal Tîrmeh 2007, Vadîvel Nîmalarajah-Srî Lanka Mijdara 2007, Prageeth Eknalîgoda-Çile 2010, Madan Paûdel-Nepal Îlona 2012, Ahmed Rîlwan-Komara Maldîvan Tebax 2014, Zeenat Shahzadî-Tebaxa 2015."