Dîe Welt: Di nava şer de wê şerekî girantir rû bide

Ji rojnameya Dîe Welt a Elman Alfred Hackensberger da xuyakirin, ku Tirkiyeyê di bin navê Artêşa Azad de tevî çeteyên mîna Ahrar el Şam, di nava şer de rê li ber şerekî girantir vekiriye.

Di nûçeya rojnameyê de nêrîna rayedarekî 'Artêşa Azad' ê li Tirkiyeyê hat ragihandin. Di nûçeya bi sernavê 'Encamên destwerdana Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê' de hat destnîşankirin ku gotina 'Kurd dixwazin herêmê dagir bikin' ên vî çeteyî, 'propagandayeke bêteşe' ye.

Di dewama nûçeyê de hat ragihandin,  di navbera rêxistinên hevkarên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê de helwesta dij bi Kurd serdest e.

Rojnameya Dîe Welt bibîr xist, ku rêxistina Ahrar el Şam a Tirkiye hevkariya wê dike, di sala 2011'an de ji aliyê El Qaîdeyê ve hatiye avakirin û îdeolojiya van koman weke sedemeke din a 'nefreta' li dijî Kurdan nîşan da. Di nûçeyê de hat gotin, li dijî Kurdên alîgirê sekuler û demokrasiya federal, ev kom propagandayeke dijwar dike û ev propaganda dikare bide sedem ku şer bi hêsanî belav bibe.

Di nûçeya Dîe Welt de hat destnîşankirin, ku çete û Îslamiyên tund ên di bin sîwana 'Artêşa Azad' de tên nîşandan, heta roja îro bi tenê di hin rewşan de şer kirine û hat gotin, ev rewş bi dagirkeriya Tirkiyeyê re guheriye. Di nûçeyê de ev şîrove hat kirin: "Ev rewş dikare di nava şer de rê li ber şerekî girantir veke".