Libyayê çekên kîmyewî yên dawî jî şandin Elmanyayê

Di daxuyaniya Hikûmeta demkî ya Yekîtiya Neteweyî de hate ragihandin ku çekên kîmyewî yên dawî jî ji Elmayayê re hatine şandin.

Ji Cîgirên Serokwezîr Mûsa el Konî got di bin çavdêriya nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) de nêzî 500 ton çekên kîmyewî ji Bendera Misrata hatine derxistin.

Yek ji rayedarên Wezareta Parastinê ya Elmanyayê jî diyar kir ku ev çekên kîmyewî ji bo îmhakirinê ber bi bajarê Munsterê hatiye birêkirin, destnîşan kir ku şîrketa wê van çekên kîmyewî îmha bike, şîrketek taybet e. Rayedar agahî da ku berê jî çekên kîmyewî yên aîdî rejîma Sûriyeyê ji hêla vê şîrketa navborî hatiye îmhakirin.

Hikûmeta demkî ya bi Serokwezîrtiya Fayez El Saraj, bi fikar bû ku çekên kîmyewî yên ji dema Mûammer Kaddafî mane bikeve dest rêxistinên çete yên mîna DAÎŞ’ê. Hikûmeta demkî ji bo îmhakirina van çekên kîmyewî alîkarî ji NY xwestibû.

Navbera Misrata ya ku çek û teqemeniyên kîmyewî hatibûn komkirin û bajarê Sîrte yê ji hêla çeteyên DAÎŞ’ê hatibû dagirkirin, mesafeyek qasî 200 kîlometreyan hebû.