Obama û Erdogan wê roja Yekşemê li hev rûnên
Rêveberiya Amerîkayê da xuyakirin, ku Serokê DYA Barack Obama wê roja Yekşemê li Çînê bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re rûnê.
Rêveberiya Amerîkayê da xuyakirin, ku Serokê DYA Barack Obama wê roja Yekşemê li Çînê bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re rûnê.
Li gorî nûçeya AFP'ê, hevdîtin wê di çarçoveya Civîna Bilind a G20 de bê kirin. Ji hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê û vir ve cara yekê ye her du rêveber wê li hev rûnên.
Ev hevdîtin, di demekê de tê kirin ku dewleta Tirk dest bi operasyona dagirkirina Rojava kiriye.
Nûnerê Taybet ê Obama yê Koalîsyona Navneteweyî ya dij bi DAIŞ'ê Brett McGûrk roja Duşemê daxuyaniyek da bû û diyar kiribû, şerê navbera Tirkiyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ne yê qebûlkirinê ye.
Pentagonê jî bi daxuyaniyekê bang li aliyan kiribû ku şer bisekinînin.