Yek ji herêmên ku drama penaberan bi rengekî vekirî xwe nîşan dide, herêma Calaîs a Fransayê ye. Hejmara penaberên li kampa li vê derê û derdora wê dijîn, di meha Hezîranê de 4 hezar û 500 bû. Lê li gorî daxuyaniya duh, vê hejmarê 9 hezar derbas kiriye. Li gorî daxuyaniya sendîkaya polîsan Allîance, hejmara penaberên ku piraniya wan di nava şert û mercên însanî de nikarin bijîn, wê heta hefteya pêş 10 hezarî derbas bike.
Tevî Calaîsê, li kampa Grande-Synthe û derdora wê yên li bajarê Dûnkerqûe, ku nêzî herêma Calaîsê ye, 3 hezar penaber hene.
Li gorî agahiyên ji aliyê sendîkaya Allîance ve hatin dayîn, kampên ji bo vehewandina 5 hezar kesî, ku hikûmetê soza vê dabû, bi tenê di gotinê de ma ye. Sendîkayê diyar kir, kampên niha li dora Calaîsê hene, bi tenê ji bo 3 hezar kesî ne.
Penaberên li vê herêma li dora bajarê Calaîsê, ku weke 'jûngle' (daristana wehşî) tê binavkirin, bi pirsgirêkên giran ên tenduristiyê re rû bi rû ne. Gelek saziyên mafên mirovan bal kişandin ser pirsgirêka hîjyenê. Her wiha ragihandin, ku gelek rêxistinên sûc ên fûhûş û diziyê, penaberên li vê herêmê hedef digirin.