CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Kolombiyayê dor hat çavdêrên NY ku wê pêvajoya aştiyê kontrol bikin
Kolombiya ku bi biryar e şerê zêdetirî nîv sedsalê ajotiye bi dawî bike, li benda çavdêrên NY ye ku wê agirbest û çekdanîna gerîlayên FARC’ê kontrol bike. -
Nexweşxaneya li Elmanyayê ku 70 nexweşên penceşêrê lê mirin ket lêpirsînê
Der heqê klînîkê de ku li Elmanyayê bi mirinên bi guman kete rojevê û preparata ‘3-Bromopyruvat’ dide nexweşên penceşêrê, ji ber 70 mirinî lêpirsîn tê meşandin. -
Bakurê Îrlandayê li dijî Brexîtî doz vekir
Ji bo referandûma ku 23’ê Hezîranê biryara hate girtin ku Brîtanya ji Yekîtiya Ewropa derkeve, rêyên hiqûqî tên ceribandin. -
Slovakya, dewriyeyên Neonazî yên li dijî Romanan qedexe dike
Li Silovakyayê, xebata dewriyê ku ji meha Nîsanê ve pêkhateyek Neonazî li trenan dike, wê bê qedexekirin. -
Elmanya li dijî Peymana Penabaran a bi Tirkiyê re ‘Plana B’yê hazir kiriye
Di ber Peymana Penabaran de Elmanya ya ku çav ji hemû komkujî û zextên Erdogan û AKP’ê re girtî, li ser dibêtiya ‘xirabûna peymanê’ tê gotin amadekiriyên xwe lezandiye. -
Ji bo entegrasyona penaberan a li qada kar, bernameyên 'afirîner' divê
Weqfa Bertelsmann a Elman, li Ewropayê bi taybetî jî li welatên Elmanya, Swêd, Fransa, Brîtanya Danîmarka, Awûstûrya û Hollandayê, 'hewldanên' peydakirina kar ji bo penaberan, lêkolîn kir. -
Nîqaşa li ser bûrka-bûrkînî li Elmanyayê jî der bû
Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel beşdarî bernameyeke televîzyone ya bi navê Redaktionsnetzwerk Deutschland bû û nîqaşên li ser bûrka û kincê pê dikevin birkê (bûrkînî), piştî Fransayê xist rojeva Elmanyayê. -
DYA dest ji girtîgehên taybet berdide
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), girtîgehên taybet ên di salên dawî de ji ber bûyerên şîdetê û pirsgirêkên ewlekariyê bûn mijara rexneyan, gav bi gav tên girtin. -
Hejmara namzetên ji bo serokkomariya Fransayê zêde dibe
Li Fransayê, ku bêkarî, rewşa neyînî ya aboriyê û êrîşên çeteyan her di rojevê de ne, piştî 8 mehan wê hilbijartinên serokkomariyê bên lidarxistin. Ji bo serokkomariyê hejmara namzetan her zêde dibe. -
Ûkrayna bi ‘dagirkeriya berfireh’ Rûsya sûcdar dike
Şerê li herêma Donbassê ku van hefteyên dawî aloziya mabeyna Rûsya û Ûkrayna zêde kir, dîsa destpê kir. -
Norwêc krediyek ji mîlyarek dolarî dide Îranê
Welatê Îranê, ku piştî xebatên xwe yên bernameya nukleerî li Neteweyên Yekbûyî vekir û ambargoya li ser hat rakirin, vê carê Norwêc ê pê re hevkariyê bike. -
Partiyên li Spanyayê dikin nakin ji bo koalîsyonê li hev nakin
Tevî ku di ser hilbijartinên giştî yê pêşwext ên li Spanyayê 2 meh derbas bûne jî, hê hikûmet ava nebûye. -
Dozên Nazî: Ji bo darizandinê dereng dimîne
Li Elmanyayê, doz û lêpirsînên li hemberî Naziyên berê piştî 70 salan tên dîtin. Lê ji ber ku piraniya van kesan mirin e yan jî emrê wan dirêj e, doz bê encam dimînin. Polîtîkaya derengxistinê ya rayedar û dadgeriya Elman dibe sedema nerazîbûnan. -
Germa hewayê wê di sala 2017'an de kêm bibe
Piştî ku hat ragihandin, sala 2016'an wê bibe 'sala herî germ a dîrokê', tê payîn germa hewayê di sala 2017'an de kêm bibe. -
Li Rûsyayê li hember koma çekdar a Kafkasayayî operasyon: 4 kuştî
Li Rûsyayê di operasyona de ya li hember komeke Îslamiyên redîkal ên ku ji Kafkasayê ne, 4 milîtan hatin kuştin. -
Desteka Tirkiyeyê ya ji bo çeteyan di rojeva Elmanyayê de ye
Bersiva hikûmeta Elman a ku li ser pirsekê gotibû "Tirkiye ji bo komên terorê yên tund ên Îslamî bûye platforma çalakiyan" cihekî berfireh di medya Elman de girt. Siyasetmedarên Elman dixwazin, desteka Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê jî bê eşkerekirin. -
Çîn wê alîkariyê bide artêşa Sûriyeyê
Komara Gel a Çînê ku tê zanîn zêde têkilî siyaseta Rojhilata Navîn nabe, diyar kir, ew ê bi rejîma Beşar Esad re hevkariya leşkerî bikin û destekê bidê wê. -
Sala 2016’an di dîrokê de wê bibe sala herî germ
Daîreya Hewayî û Fezayê ya Emerîka (NASA) ragihand ku Tîrmeha 2016’an meha herî germ bû, bi awayekî giştî wê 2016’an di dîrokê de bibe sala herî germ jî. -
Hejmara qurbaniyên li nexweşxaneya ji aliyê Siûdiyan ve hat bombekirin zêde dibe
Li Yemenê, nexweşxaneyek ji aliyê Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) ve dihat bikaranîn piştî nîvro bû hedefa êrîşa hewayî ya Siûdiyan. Bîlançoya vê êrîşê giran dibe. -
Derb li Boko Haram hat xistin: Herî kêm 16 çete hatin kuştin
Di operasyonên li Nîjeryayê yên li hemberî Boko Haram de gelek çete hatin kuştin. Rêxistina çete Boko Haram par dabû xuyakirin, ku ew bîatê ji DAIŞ'ê re dike. -
Kanada li dijî tundiyê navendeke têkoşînê ava dike
Li Kanadayê, ku hefteya derbasbûyî êrîşek li bajarokê Strathroyê di kêliya dawî de hat astengkirin, ji bo pêşî li tevgerên 'Îslamî yên tund' bê girtin, biryar hat girtin. -
Swîsre di înnovasyonê de yekemîn e
Rêxistina Milkiyeta Ramanî ya Cîhanê (WIPO) li Cenevreyê rapora xwe ya salane ya li ser hilberîna nûbûnê eşkere kir. Li gorî vê yekê Swîsreyê di rêza yekemîn de cih girt. Çînê jî cihê xwe di nava 25 welatên destpêkê de girt. -
15 mehkûmên din ji Gûantanamoyê tên berdan
Ji mehkûmên li Bargeha Gûantanamo ya DYA ya li Kubayê tên ragirtin, 15 mehkûmên din tên berdan. -
Di erdheja li Perûyê de gelek kes mirin
Li Perû ya Emerîkaya Başûr erdherj pêk hat, di encamê de 4 kes mirin, bi dehan kes birîndar bûn. -
Di êrîşên rejîmê û çeteyan de herî kêm 51 sivîl hatin kuştin
Li Heleb û derdora wê, ji ber êrîşên hêzên rejîmê û komên çete, tê gotin zêdeyî 50 jin û zarokan jiyana xwe ji dest dane.