15 mehkûmên din ji Gûantanamoyê tên berdan

Ji mehkûmên li Bargeha Gûantanamo ya DYA ya li Kubayê tên ragirtin, 15 mehkûmên din tên berdan.

Di daxuyaniya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AI) de hat ragihandin, ji mehkûmên piştî êrîşên 11'ê Îlona 2001'an anîn baregehê, 15 mehkûmên din tên berdan. Di daxuyaniya AI de hat gotin, hejmara mehkûmên li vê baregehê dadikeve 61 mehkûman.

Piştî êrîşên 11'ê Îlonê, di çarçoveya 'şerê li dijî terorîzmê' de, ku Serokê DYA yê wê demê George Bûsh da destpêkirin, piraniya wan ji Afganîstanê kesên bi El Qaîde û Talîbanê re têkildar, xistibûn girtîgeha leşkerî ya li vê baregehê. Ji ber ku şert û mercên ragirtinê yê li girtîgehê, Baregeha Gûantanamoyê demeke dirêj bûbû mijara nîqaşê.

Barack Obama yê di sala 2008'an de hat hilbijartin, soz da bû ku ew ê baregehê bigire.

Der barê serbestberdana 15 mehkûmên din de, Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ti şîrove nekir.