Nexweşxaneya li Elmanyayê ku 70 nexweşên penceşêrê lê mirin ket lêpirsînê
Der heqê klînîkê de ku li Elmanyayê bi mirinên bi guman kete rojevê û preparata ‘3-Bromopyruvat’ dide nexweşên penceşêrê, ji ber 70 mirinî lêpirsîn tê meşandin.
Der heqê klînîkê de ku li Elmanyayê bi mirinên bi guman kete rojevê û preparata ‘3-Bromopyruvat’ dide nexweşên penceşêrê, ji ber 70 mirinî lêpirsîn tê meşandin.
Tê ragihandin ku 70 mirinên li Navenda Penceşêrê ya Bruggen a li herêma Nîederrheîn a li sînorê Hollandayê bi guman in. Piştî mirinên li pey hev ên di meham Tîrmeha de, Dozgeriya Krefeldê dest bi lêpirsînê kir, lêkolîn tê kirin bê ka nexweşên pênceşêrê ji ber preparata bi navê ‘3-Bromopyruvat’ mirine an ne.
Ev preparat hê ne li ser bingehek zelal a lêkolînê ye û tenê li ser lawiran tê ceribandin, her wiha destûrek wê ya qanûnî jî nîne.
Dozgeriyê têkîldarî mijarê detay parve nekirin, tê zanîn ku beriya mirina 3 nexweşên pênceşêrê, ev perparata ‘3-Bromopyruvat’ bi kar anîbûn.
Dozgeriyê xwest li ser cenazeyên kesên ku piştî tedawiya li Navenda Penceşêrê ya Bruggenê jiyana xwe ji dest dane, otopsî bên kirin. Televîzyona WDR’ê da xuyakirin ku dosyayên tevahî nexweşan tê lêkolînkirin û bê ka 3-Bromopyruvat dibe sedema mirinê na ne bûye mijara lêkolînê.
Tê ragihandin ku piraniya nexweşên li Krebszentrum Bruggen tên dermankirin nexweşên ji Hollanda ne.