Partiyên li Spanyayê dikin nakin ji bo koalîsyonê li hev nakin
Tevî ku di ser hilbijartinên giştî yê pêşwext ên li Spanyayê 2 meh derbas bûne jî, hê hikûmet ava nebûye.
Tevî ku di ser hilbijartinên giştî yê pêşwext ên li Spanyayê 2 meh derbas bûne jî, hê hikûmet ava nebûye.
Di hilbijartinên pêşwext ên 26'ê Hezîranê de, ji ber ku encamek nêzî encamên Kanûna 2015'an derket, ji bo avakirina hikûmetê, koalîsyon ferz bû.
Partiya Gel (PP) a bi lîderiya Serokwezîr Marîano Rajoy ku di hilbijartinan de ji sedî 33 ê dengan stand, 137 ji 350 kursiyan û Partiya Karkeran a Sosyalîst (PSOE) jî 85 kursî bi dest xistin. UNîdos Podemos a bi pêşengiya Podemosê, ku gelek tevgerên şoreşger di nav de hene 71 kursî, Lîberal Cîûdadanos 32 kursî, partiyên Katalonya 17 û partiyên welatê Baskê jî 5 kursî bi dest xistin.
Wezîfeya avakirina hikûmetê, ji PP a bi serkêşiya Serokwezîr Marîano Rajoy re hatiye dayîn. Lê ev wezîfe hê bi ser nehatiye xistin. PP ji bo hikûmeteke hindikahî ava bike, bi PSOE re hevdîtinan dike, lê ti encam ji van hevdîtinan derneketiye. Eger PSOE tevlî dengdana dengê baweriya pê nebe, pêkan e Rajoy hikûmeta hindikahiyan ava bike. Lê sosyalîst xwe nêzî vê rewşê nakin.
Rawestgeha duh a Rajoy, nûnera polîtîkayên lîberal Cîûdadanos bû. Lê lîberal dixwazin, li dijî bertîl û nelirêtiyê paktek bê avakirin. Xuya ye PP hê xwe nêzî daxwazeke bi vî rengî nake.
Balkêş e Serokwezîr Marîano Rajoy, hilbijartineke gengaz li hemberî partiyên din bi kar tîne. Rajoy û rayedarên PP'ê ji bo careke din hilbijartina pêşwext pêk neyê, zextê li PSOE dikin.
Partiyên din jî xwe nêzî Marîano Rajoy nakin, ku pê re koalîsyonê çêbikin.