CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Hikûmeta Hadî ya li Yemenê hevdîtinên aştiyê birî
Li Yemenê, ku ji Adara 2015'an û vir ve şerê navxweyî lê dewam dike, piştî biryara Hûsiyan û alîgirên Alî Abdullah Saleh a ji bo avakirina 'konseya hikûmetê', hikûmetê ragihand ku xwe ji muzakereyên aştiyê vekişandiye. -
DYA: Navê xwe jî biguhere, El Nûsra dîsa terorîst e
Çeteyên El Nûsra, ku bi komkujiyên xwe yê li dijî Kurdan tê naskirin, biryar da ji El Qaîdeyê biqede û navê xwe biguherîne. DYA'yê da xuyakirin, ku ev kom terorîst e û nav jî biguherîne wê weke terorîstan bê dîtin. -
Li Spanyayê partî li ser koalîsyonê nikarin li hev bikin
Li Spanyayê, tevî ku di ser hilbijartinên giştî yê pêşwext re mehek jî derbas bûye, hê hikûmetek ava nebûye. -
Deklarasyona li dijî îlheqkirina Qirimê li KENY nehat qebûlkirin
Li dijî biryarnameya Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ku Qirimê weke axa Rûsyayê nas dike, Ûkrayna li nava Neteweyên Yekbûyî (NY) ket nava hewldanan. Lê ji van hewldanên Ûkraynayê ti encam derneket. -
Carter: Dibe ku eniyeke din a li dijî DAIŞ'ê li başûrê Sûriyeyê bê vekirin
Koalîsyona Navneteweyî, tevî eniya şervanên QSD'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê, dixwazin ji başûrê welêt ve jî, bi rêya eniyeke nû, derb li DAIŞ'ê bê xistin. -
Polîsên Elman avêtin ser mizgefteke ji bo çeteyan endam peyda dikir
Li Elmanyayê, ku ji hefteya derbasbûyî û vir ve 4 êrîş lê hat kirin, polîsan duh avêtin ser mizgeftekê ku tê gotin, li vê derê selefiyên tund xwe lê bi rêxistin dikin. -
Papa: Ev şerek e, lê ne şerê baweriyan e
Serokê Dêra Katolîk a rûhaniyan Papa Francîscûs, anî ziman ku ‘Cihan di nava şerekî de ye’, diyar kir ku divê ev weke ‘Şerê baweriyan’ neyê nirxandin. -
Elmanya firotina çekan zêde dike
Li Elmanyayê, ku di salên dawî de gelek çek û cebilxaneyê difiroşe welatên bi rengekî antî demokratîk tên birêvebirin, hat ragihandin, ku şîrketa Rheînmetall wê di berdêla sedan mîlyon euroyî cebilxaneyê bifiroşe. -
Namzetiya Clînton hat erêkirin
Namzetiya Hîllary Clînton a ji Partiya Demokrat ji bo hilbijartinên serokatiyê yên DYA, bi rengekî fermî hat erêkirin. -
Yek ji çeteyên li Fransayê ji Tirkiyeyê hatiye vegerandin
Yek ji du êrîşkarên li bajarê Saint-Etienne-du-Rouvray ê li bakurê Fransayê rahîbekî dêrê qetil kirin, derket holê ku beriya niha ji bo tevlî DAIŞ'ê bibe çûye Tirkiyeyê. -
Karkerên Ewropî ji dewletê re dixebitin
Li gorî lêkolînek ji aliyê Enstîtuya Molînarî ve hat amadekirin, karkerên li welatên Ewropayê, bi qasî nîvê salê, ji bo baca hatin û lêçûnê, prîma sîgorta û baca rêveberiyên herêmî bidin dewletê, dixebitin. -
Dîe Lînke bal kişand ser rîska dijberiya li penaberan
Partiya mûxalefeta bingehîn a Elmanyayê Dîe Lînke (Partiya Çep) diyar kir, daxuyaniyên tund ên li hemberî penaberan, bi tenê bi kêrî Îslamiyên tund û komên nîjadperest ên li Elmanyayê tên. -
Li Fransayê, li Dêrê krîza rehîneyan: 3 mirî
Li dêreke nêzî Saînt- Etîenne-du- Rouvray a li nêzî bajarê Rouenê ya Fransayê, di bûyera rehîngirtinê de 3 kes mirin -
Li Mogadîscîoyê êrîşên bombeyî: 13 mirî
Li paytexta Somalî Mogadîscîoyê, di encama êrîşên bombeyî de 13 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Têkildarî êrîşa Nice 2 kesên din hatin binçavkirin
Têkildarî êrîşa 14'ê Tîrmehê ya li bajarê Nice yê Fransayê, du kesên din hatin binçavkirin. -
Li Şamê teqîn
Li peytexta Sûriye Şamê êrîşeke xwekujî pêk hat. Tê gotin ku birîndar hene. -
Daristanek ji sedan kîlometreyî ya li Kalîforniyayê şewitî
Li eyaleta Kalîforniya ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), ji ber şewata bi rojan e dewam dike daristana ji sedan kîlometreyî şewitî û bi deh hezaran kes ji herêmê hatin dexistin. -
Elman: Pirsgirêka herî girîng koç û entegrasyon e
Li gorî lêkolînek li Elmanyayê, ku di hefteya derbasbûyî de 4 caran komkujî lê hat kirin, gelê Elman koç û entegrasyona biyaniyan weke 'pirsgirêka herî girîng' dibîne. -
Li Elmanya di 4 êrîşan de jî mirovên xweyî derûniya xerab derdikevin pêş
Li Elmanya di vê hefetaya dawî de 4 êrîş pêk hatin û balkêş e kiryar bi piranî xweyî derûniya xerab in an jî penaber in. -
Li Swêdê penaber weke koleyan têne xebitandin
Radyoya dewletê ya Swêdê got, penaberên li Eskilstûna ya Swêdê dijîn, bi mûçeyekî pir kêm, weke koleyan didin şixulandin. -
Dibe ku Hinar 'dermanê ciwantiyê' be
Li gorî lêkolîneke zanyaran, ava hinar dibe sedem ku şaneyên bedena mirovan xwe ji nû ve sererast û baş bikin. -
Kêm ma ye sala 2016'an bibe sala herî germ a cîhanê
Rêxistina Meterolojiyê ya Cîhanê ragihand, kêm ma ye sala 2016'an bibe sala herî germ a cîhanê. -
Li Elmanyayê êrîşa bombeyî: 1 mirî, 12 birîndar
Li bajarokê Ansbach ê Elmanyayê, ji ber teqînekê kesekî jiyana xwe ji dest da, 12 kes jî birîndar bûn. Polîsan dan xuyakirin, ku teqîn ji ber bombeyê rû daye. -
Li Bexdayê teqîn: 6 mirî, 20 birîndar
Li navçeya Kazmiye ya bajarê Bexdayê, ji ber teqînekê 6 kes mirin, zêdeyî 20 kes jî birîndar bûn. -
Li Çînê, mecbûriyeta yek zarokî wê nifûsa extiyaran zêde bike
Li Çînê ku bi nifûsa xwe ya ji 1,4 mîlyar mirovî ve welatê herî mezin ê cîhanê ye, tê texmînkirin ku di salên pêş de pirsgirêke giran a nebûna hêza kar rû bide.