Kêm ma ye sala 2016'an bibe sala herî germ a cîhanê

Rêxistina Meterolojiyê ya Cîhanê ragihand, kêm ma ye sala 2016'an bibe sala herî germ a cîhanê.

Di daxuyaniya vê saziyê de hat ragihandin, tevî germa zêde, rêjeya karbondiyoksîtê ya li atmosferê, gihaştiye asta rekorê.

Rêxistina Meterolojiyê ya Cîhanê daneyên ji gelek stasyonên meterolojiyê yên li gelemperiya cîhanê nirxand û tespît kir, ku şeş mehên destpêkê yên sala 2016'an li gorî sala herî germ a sedsala 19'an bi 1.3 pileyî germtir e. Pîvandinên di nava 14 mehên dawî de hatin kirin, nîşan didin ku germa global di asta rekorê de timî zêde dibe.

Daxuyaniya vê saziyê, di demeke ku nîqaş li ser biryarên Peymana Parîsê tê kirin de, hat eşkerekirin.

Li gorî hejmarên dawî, germa global ji texmînan gelekî zûtir zêde bûye û girîng e bi lezgînî tedbîr werin girtin.