Karkerên Ewropî ji dewletê re dixebitin

Li gorî lêkolînek ji aliyê Enstîtuya Molînarî ve hat amadekirin, karkerên li welatên Ewropayê, bi qasî nîvê salê, ji bo baca hatin û lêçûnê, prîma sîgorta û baca rêveberiyên herêmî bidin dewletê, dixebitin.

Li gorî lêkolînê, di nava welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) de, herî zêde li Fransa û Belçîkayê, hatineyên digihêjin ber destê karkeran, ji pereyê didin dewletê kêmtir e. Li gorî vê yekê, Fransî ji 1'ê Çileyê heta 29'ê Tîrmehê, ji bo bacên dewletê û rêveberiyên herêmî û prîmên sîgortayê bidin, dixebitin. Hatineya zelal a Fransiyan jî mûçeyê brut ê navbera 30'ê Tîrmehê-31'ê Kanûnê ye.

Li gorî vê hesabê, ku weke 'Roja rizgariya ji prîma sîgorta û bacê' tê pênasekirin, karkerên li Belçîkayê heta 27'ê Tîrmehê ji bo kaseya rêveberiyên herêmî û dewletê dagirin, dixebitin.

Di nava welatên Yekîtiya Ewropayê de, welatiyên ku keda wan ji bo dayîna bac û prîmê zêde nayên birîn, Qibrisî ne. Pereyê ku karkerên li vî welatî didin dewletê, bi qasî hatineya ji 1'ê Çileyê heta 29'ê Adarê ye.

'Roja rizgariya ji prîmên sîgorta û bacê' li Îrlandayê heta 30'ê Nîsanê, li Brîtanyayê heta 9'ê Gulanê, li Spanyayê heta 8'ê Hezîranê û li Elmanyayê jî heta 11'ê Tîrmehê hat tespîtkirin. li welatên din ên Rojhilatê Ewropayê û Skandînavyayê jî heta Hezîranê hat tespîtkirin.