Li Elmanyayê êrîşa bombeyî: 1 mirî, 12 birîndar
Li bajarokê Ansbach ê Elmanyayê, ji ber teqînekê kesekî jiyana xwe ji dest da, 12 kes jî birîndar bûn. Polîsan dan xuyakirin, ku teqîn ji ber bombeyê rû daye.
Li bajarokê Ansbach ê Elmanyayê, ji ber teqînekê kesekî jiyana xwe ji dest da, 12 kes jî birîndar bûn. Polîsan dan xuyakirin, ku teqîn ji ber bombeyê rû daye.
Li bajarokê Ansbach ê eyaleta Bavyera ya Elmanyayê, duh bi şev saet di 22:30 de, teqînekê rû da. Der barê bûyera ku ewilî hat gotin teqîna ji ber gazê ye, polîsan daxuyaniyek dan û diyar kirin, teqîn êrîşeke bombeyî ye.
Di daxuyaniya polîsan de hat ragihandin, kesê bombe pê re bû di bûyerê de miriye û 12 kesê li derdorê birîndar bûne.
Li gorî agahiyan, li nêzî cihê tqeînê konserek bi beşdariya 2 hezar kesî dihat lidarxistin û tê gotin hedefa êrîşî dibe ku ev konser be.
Li ser nasname û armanca kesê êrîş kir, ti agahî nehat dayîn.