Namzetiya Clînton hat erêkirin
Namzetiya Hîllary Clînton a ji Partiya Demokrat ji bo hilbijartinên serokatiyê yên DYA, bi rengekî fermî hat erêkirin.
Namzetiya Hîllary Clînton a ji Partiya Demokrat ji bo hilbijartinên serokatiyê yên DYA, bi rengekî fermî hat erêkirin.
Hîllary Clînton, ku di pêşhilbijartinên li nava Partiya Demokratîk de li hemberî hevrikê xwe Bernîe Sanders dengê têrker ê delegeyan bi dest xist, namzetiya wê di kongreya partiyê ya li bajarê Phîladelphîayê bi awayekî fermî hat qebûlkirin.
Clînton ji bo namzetiyê, 2 hezar 382 dengên pêwîst ên delegeyan bi dest xist.
Di roja destpêkê ya kongreya Partiya Demokrat a roja Duşemê destpê kir de, nerazîbûna delegeyên alîgirê Bernîe Sanders a li hemberî Clînton derketibû pêş. Dengên sembolîk ên ji bo namzetiya fermî ya Clînton pêwîst bû, ji aliyê delegeyên ji eyaleta Dakota Başûr ve hatin dayîn.
Bernîe Sanders di axaftina xwe ya li kongreyê de bang li alîgirên xwe kiribû, ku ji bo li dijî hevrikê xwe Donald Trûmp bi ser bikevin, bibin yek. Sanders ji bo 'poşman nebin' dabû xuyakirin, ku ya divê were kirin, 'li dijî Trûmp hilbijartina Clînton' e.