Li Spanyayê partî li ser koalîsyonê nikarin li hev bikin
Li Spanyayê, tevî ku di ser hilbijartinên giştî yê pêşwext re mehek jî derbas bûye, hê hikûmetek ava nebûye.
Li Spanyayê, tevî ku di ser hilbijartinên giştî yê pêşwext re mehek jî derbas bûye, hê hikûmetek ava nebûye.
Ji ber ku ti partiyan nexwestin xwe nêzî partiya Serokwezîr Rajoh bikin, piştî hilbijartinên meha Kanûnê hikûmet nikarîbû bihata avakirin. Piştî 6 mehan careke din hilbijartin pêk hat.
Encamên hilbijartinên pêşwext ên 26'ê Hezîranê jî nêzî encamên Kanûna 2015'an bûn. Lewma dîsa pêwîstî bi hikûmeta koalîsyonê hat dîtin.
Di hilbijartinê de Partiya Gel (PP) a bi serokatiya Serokwezîr Marîano Rajoy bi rêjeya ji sedî 33'an 137 kursiyên ji 350 endamên parlamentê bi dest xistibû. Partiay Karker a Sosyalîst (PSOE) ya li mûxalefetê jî 58, Unidos Podemos a bi pêşengiya partiya çep a radîkal Podemos 71, Ciudadanos a lîberal 32, partiyên Katalonya 17 û partiyên li welatê Baskê jî 5 kursî qezenç kirin.
Partiyên din naxwazin bi partiya Marîano Rajoy ê ji ber polîtîkaya şidandina kemberê deng kêm kir, koalîsyonê çêbikin. Ji bo hikûmeta hindikahiyan Rajoy li bendê bû PSOE destekê bide, lê ev jî nebû.
Ancax PSOE bi Podemos re koalîsyonekê çêbike û Ciudadanos destekê bide, wê avabûna hikûmetê pêkan be.