Papa: Ev şerek e, lê ne şerê baweriyan e

Serokê Dêra Katolîk a rûhaniyan Papa Francîscûs, anî ziman ku ‘Cihan di nava şerekî de ye’, diyar kir ku divê ev weke ‘Şerê baweriyan’ neyê nirxandin.

Papa bi wesîlaya pîrozbahiya Roja Cihanê ya Ciwan dea ku li bajarê Krakow ê Polonyayê ji rojnamevanan re axivî, bal kişand ser qetilkirina Rahîbekî 86 salî yê ku li Dêra Saînt-Etîenne-dû-Roûvray ê li Fransayê ji aliyê 2 milîtanên DAIŞ’ê ve.

Papa Francîscûs bi bîr xist ku rahîbê dêrê dema ku li ser îbadetê bû hatiye qetilkirin û wiha anî ziman: “Cihan di nava şerekî de ye, ji ber ku aştiyê winda kir.” Papa wiha axivî: “Dema ku em behsa şer bikin, ez vê dibînim behsa şerê ji bo çavkaniya pereyan dikin. Ne şerê baweriyan.”

Papa destnîşan kir ku hemû baweriyên cihanê ‘aştiyê dixwazin’ diyar kir ku ‘Yên din şer dixwazin” Papa diyar kir ku ya tê jiyîn tenê ‘Bêewlekarî, bêbawerîye.’ Cîhan ev demekî pir dirêje bi awayekî parçe di nava şer de ye.

Papa têkildarî Rahîb Jacqûes Hamel ê ku dûh li Fransayê hate qetilkirin wiha got: “Hê wê çend Xiristiyan, zarokên bê guneh wê wên qetilkirin.”