Berdevkê Qesra Spî Josh Earnest diyar kir, biryara çeteyên El Nûsra nayê wateya guhertina armancên çetyan.
Berdevkê Wezareta Karên Derve John Kîrby jî got, "Piştî vê biryara qutbûnê, em ne bawer in di çalakî û armancên wan de guhertinek çêbibe." Kîrby destnîşan kir, ku El Nûsra wê bi navê xwe yê nû jî weke terorîst bê qebûlkirin.
El Nûsra ku ji sala 2012'an dema avabûna xwe û vir ve destekê ji dewleta Tirk werdigire, ji destpêkê ve hewl dide Kurdan qetil bike. Çeteyên El Nûsra bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ew ji El Qaîdeyê qut bûye û navê Eniya Fethû'ş Şam li xwe kiriye.
Tê zanîn, ev biryara çeteyan ji bo sivikkirina rexneyên li Tirkiye û welatên din ên herêmê tên kirin, hatiye dayîn.