CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Îsraîl wê zarokên 12 salî dadgeh bike
Meclîsa Îsraîlê qanûnek qebûl kir, ku bi rêya vê qanûnê wê zarokên Fîlîstînî yên 12 salî jî werin darizandin û cezakirin. -
Awûstûrya: Divê YE li ber Enqereyê serî netewîne
Wezîrê Karên Derve yê Awûstûryayê Sebastîan Kûrz ji kovara Der Spîegel a Elman re axivî û careke din bal kişand ser zerarên peymana Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê ya li ser penaberan. -
Desteka Komarparêzan a ji bo Trûmp kêm dibe
Yek ji du namzetên sereke yên hilbijartinên serokatiyê yên DYA'yê Donald Trûmp ê Komarparêz e. Di navbera Trûmp û karsazên heta niha destek didan partiya wî de rewşeke aloz heye. -
Li Îngilîstanê êrîş: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
Li navenda paytexta Îngilîstan Londonê, kesekî bi kêrê êrîşî derdorê kir. Di encamê de kesek mir, 5 kes jî birîndar bûn. -
57 hezar penaber li Yewnanîstanê asê man e
Rayedarên Yewnanîstanê dan xuyakiri, ku di nava pênc mehên destpêkê yên vê salê de 13 hezar 583 kesî serlêdana penaberiyê kirine, lê belê bersiva erênî bi tenê ji 677 penaberan re hatiye dayîn. -
Şer li Lîbyayê giran e: Bi dehan kes mirin
Li Lîbyayê, ku gelek kom ji bo desthilatdariyê şer dikin, li hemberî yekîneyên hikûmeta defakto ya Tobrûkê êrîşeke xwekujî hat kirin. Tê gotin, herî kêm 18 leşker ji ber vê êrîşê mirin e. -
Rapora Avhewayê: Daneyên 2015'an nîşaneya xeteriyê ne
Di rapora avhewayê ya bi navê State of the Climate de, ku ji aliyê 450 zanyarên ji gelemperiya cîhanê ve hat amadekirin û ji 300 rûpelî pêk tê, sala 2015'an weke sala nîşaneya xeteriyê hat destnîşankirin. -
Derketina derveyî welat li Serokê Parlamenta Iraqê hat qedexekirin
Serokwezîr Haydar Ebadî, derketina derveyî welat li Serokê Parlamenta Iraqê qedexe kir. -
Spîegel: Tirkiye nikare Baregeha Încîrlikê ‘Biparêze’, rêjeya ewlekariyê zêde dikin
Welatên biyanî yên ku li Baregeha Încîlikê, Tirkiye ji bo bikarin yekîneyên leşkerî biparêzin, rêjeya ewlekariyê zêde dikin. -
Çînê projeyên ji 25 mîlyar dolarî yên enerjiyê li Arjantînê bi cih tîne
Komara Gel a Çînê ji bo bêhtir bandorê li aboriya li Başûrê Amerîkayê bike, hewldanên xwe li Arjantînê dewam dike. Li Arjantînê ku duyemîn mezintirîn aboriya vê parzemînê ye, li qada enerjiyê bi 25 mîlyar dolarî razemenî kir. -
Hejmara kesên di lêpirsîna komkujiya Nice de hatin girtin bû 6
Piştî komkujiya 14'ê Tîrmehê ya li bajarê Nice yê Fransayê, ku 84 kes lê hatin qetilkirin, lêpirsîna tê meşandin dewam dike. Ji binçavkiriyan kesekî din jî hat girtin. -
Muzakereyên li Yemenê: Heyeta hikûmetê Qûweyt terikand
Ji muzakereyên aştiyê yên li ser şerê navxweyî yê li Yemenê, ti encam bi dest nakeve. Tevî ku li hev hat kirin ku dema muzakereyan heta 7'ê Tebaxê bê dirêjkrin jî, heyeta hikûmetê ya ser bi Serokdewlet Hadî El Mansûr Qûweyt terikand. -
DYA'yê yekemcar ji hewayê ve li hedefên DAIŞ'ê yên li Lîbyayê xist
Ji bo rizgarkirina bajarê Sîrte yê Lîbyayê ji dagirkeriya DAIŞ'ê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) yekemcar ji hewayê ve bomberdûman kir. -
Li Swêdê 200 hakimên hokeya qeşayê diçine grêvê
Piştî ku ji hevdîtinên Federasyona Hokeya Qeşayê û Komeleya Hakim lihevkirin çênebû Komeleya Hakim, biryar da ku ji 5’ê Tebaxê pê ve bikev grêvê. -
‘DAÎŞ dibe ku li Swêdê dest bi êrîşan bike’
Pisporên terorê yê navdar û xweyî tecrûbe yên Swêdê balê dikişînin ser êrîşên terorê yên DAÎŞ’ê ku li Ewropayê pêk tînin ku dibêjin dibe ku di demek nêz de li Swêdê jî dest bi êrîşan bikin. -
Di navbera Clînton û Trûmp de 6 pûan hene
Li gorî anketa dawî ya li ser hilbijartinên serokatiyê yên li DYA, 6 pûan di navbera Clînton û Trûmp de hene. Yek ji çar hilbijêran dibêjin ew ê dengê xwe nedin her du namzetan. -
Di şerê navbera Siûdiyan û Hûsiyan de bi dehan kes mirin
Li gorî agahiyan, di şerê navbera milîsên Hûsî yên Şîa ku beşeke girîng a Yemenê kontrol dikin û artêşa Erebîstana Siûdî de bi dehan kes mirin e. -
Bikaranîna kîsikên plastîk ji sedî 85 kêm bû
Li gorî daneyên ji aliyê Wezareta Hawirdorê ya Brîtanyayê ve hatin weşandin, bi saya firotinê, bikaranîna kîsikên plastîk ji sedî 85 kêm bû. -
Parzemîna Awûstralyayê ber bi bakur ve çerixî, sîstema navîgasyonê xwe şaş kir
Di pîvandinên Daîreya Zanistiyên Erdnîgarî de derket holê, ku Awûstrayla di nava 22 salan de zêdeyî metreyekê ber bi aliyê bakur ve çerixî ye. -
Dadgehê destûr neda ku Erdogan tevlî mîtîngê bibe
Dadgeha Destûra Bingehîn a Elman destûr neda, ku Tayyîp Erdogan bi weşana zindî tevlî mîtînga AKP'iyiyan a li Kolnê bibe. -
Li Fransayê grêva hewayî berdewam dike
Grêva kargeha rêya hewayî Aîr-France berdewam dike, ji her pênc firîna bi kêmanî yek jê betal bûye û gelek firîn jî bi derengî ketine. -
Li Belçîkayê operasyon: 2 kesên ku endam ji bo çeteyan dida qezençkirin hatin binçavkirin
Li Belçîkayê ya ku di meha Adarê de 2 qetlîam pêkhatin û 32 kesan jiyana xwe ji dest dabû, di operasyonên ku polîsan li dar xistin de 2 kesên ku plana êrîş pêk dianîn, hatin girtin. -
EBA: Bankayên Ewrûpa li dijî krîzê ‘hê stewîltir in’
Otorîteya Bankayên Ewropayê (EBA) encamên ‘testa stresê’ ya ku li beramberî krîzekê rewşa bankayan nîşan dide weşand. -
Li hemberî xeteriyên Deryaya Spî , ji IOM’ê û Îtalyayê kampanyaya agahdarkirinê
Li gorî daneyên Rêxistina Koçkirinê ya Navnetewî (IOM) ji 1’ê Çile ve hijmara penaberên ku ji Deryaya Spî ber bi welatên Ewropayê ve hatine,ji hijmara 250 hezarî ku weke ‘’şêmûga sembolîk’’ tê qebûlkirin, derbas kir. -
Tirkiyeyê agahiyên li ser çeteyê DAIŞ'ê piştî 15 rojan da Fransayê
Derket holê, rayedarên Tirk agahiyên li ser çeteyê DAIŞ'ê yê bi navê Abdel Malîk Petîtjean ê di 10'ê Hezîranê de li Tirkiyeyê bû, 15 roj piştî vegera li Fransayê ragihandine.