EBA: Bankayên Ewrûpa li dijî krîzê ‘hê stewîltir in’

Otorîteya Bankayên Ewropayê (EBA) encamên ‘testa stresê’ ya ku li beramberî krîzekê rewşa bankayan nîşan dide weşand.

Li gor vê bankayên Îtalya û Îranda di rewşek xirab de n bi giştî hate gotin ku banka li gor sala 2014’an hê ‘xurttir’ in.

Di testa ‘rasyoya sermayeyê’ de ku ji hêla EBA hate kirin û ‘rezîstansa bankayan’ dipîve, encama herî nebaş ku mabeyna 51 bankayan de İtalyan Monte dei Paschi ye. Hate diyarkirin ku dema krîzekê de rasyoya sermaya vê bankayê dikeve  -2.2’an û yekana banka ye ku tevahî sermaya jê diçe.

Piştî banka Îtalyan a herî xirab tê diyarkirin ku bankên Îrlanda ne, hate gotin ku bankayên Ewrûpayê li gor sala 2014’an li beramberî şokên aborî hê xurttir in.