Sefîrê Bilind ê Arjantînê yê li Pekînê Dîego Gûela da xuyakirin, ku Çîn hewl dide bibe 'partnerê herî mezin ê enerjiyê' yê Arjantînê. Gûela ji ajansa nûçeyan a Têlam re axivî û da zanîn, şîrketên Çînî wê bi 25 mîlyar dolarî projeyêne enerjiyê li Çînê bixin meriyetê. Gûela ragihand, piraniya van projeyan jî di dema serok dewleta berê ya sosyalîst Crîstîna Fernandez de Kîrchner de hatine morkirin.
Di nava van projeyên şîrketên Çînî li Arjantînê çêbikin de gelek bendavên hîdro-elektrîk, 2 santralên nukleerî, rêyên hesinî û bejahî hene.
Çînê, tevî razemeniyên xwe yên li parzemîna Afrîkayê, di salên dawî de giranî daye ser razemeniyên xwe yên li Brezîlya, Venezûela û Bolîvya yên li Başûrê Amerîkayê.