Desteka Komarparêzan a ji bo Trûmp kêm dibe

Yek ji du namzetên sereke yên hilbijartinên serokatiyê yên DYA'yê Donald Trûmp ê Komarparêz e. Di navbera Trûmp û karsazên heta niha destek didan partiya wî de rewşeke aloz heye.

Beşeke biçûk a anketên di meha Mijdarê de li ser hilbijartinan hatin kirin nîşan didin, ku namzetê Partiya Komarparêz Donald Trûmp wê bi ser bikeve. Herî dawî Reuters û Ipsosê anket çêkirin û li gorî vê anketê, di navbera Trûmp û namzeta Partiya Demokrat Hîllary Clînton de cudahiyek ji 8 pûanan heye.

Di şîroveyên li ser Donald Trûmp de, nêzîkatiya wî ya ne ji rêzê û 'êrîşkar' a li hemberî gelek kesan, weke rewşeke girîng a zerarê dide wî, tê dîtin. Karsazên ku berê destek didan namzetên Komarparêz jî, ji vê rewşê aciz in û ev aciziya wan di çapemeniyê de jî cih digire.

Piştî Warren Bûffett ku weke 'mûltî mîlyarder' tê pênasekirin, Meg Whîtman jî da xuyakirin, ku ew ê destekê bide Clînton. Tevî ku Bûffett beriya niha bi desteka xwe ya ji bo Obama tê zanîn jî, xwediyê şîrketa Hewlett Packard Whîtman bi giranî weke kesekî klasîk ê destekê dide Komarparêzan dihat dîtin.

Whîtman da xuyakirin, ku tevî daxuyaniyên Trûmp ên li hemberî biyaniyan ew ji gelek daxuyanî û hewldanên wî yên tund aciz e.

Her wiha hin endamên Meclîsa Nûneran ên ji Partiya Komarparêz jî bi heman rengî ne, ku Trûmp tengav dike. Herî dawî parlamenterê eyaleta New Yorkê Rîchard Hanna jî nêrînên xwe yên erênî yên ji bo Clînton bilêv kiribû.